Îdiaya 'Qada hewayî ya Îmraliyê teng kirin' 2018-02-11 10:52:25 STENBOL - Hat diyarkirin ku qada hewayî ya Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 19 sal e lê girtî ye, hatiye tengkirin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 19 sal e li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye. Hat îdiakirin ku qada hewayî ya li ser Îmraliyê hat tengkirin. Li gorî nûçeya rojnameya Haberturkê, qada duyemîn a Îmraliyê ya ku herêma wê 8 hezar û 534 metre ye, daxistine 2 hezar û 438 metreyî.