Dadgehê nîşaneya serketinê wek a PKK'ê nirxand ceza lê birî 2018-02-11 09:24:37 STENBOL –Dadgeha Cezayê Giran a 6’emîn a Rihayê nîşaneya serketinê wek remza PKK’ê qebûl kir û salek û 11 meh cezayê hepsê da Ahmet Colayir.  Polîsan di 5’ê Hezîrana 2017’an de li Rihayê Ahmet Colayir bi hinceta parvekirinên medya civakî binçav kiribû. Colayir ji aliyê dadgehê ve hatibû berdan. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirin” ji bo Colayir îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 6'emîn a Rihayê îdianameyê qebûl kir û der barê Colayir de doz vekir. Danişîna biryara dozê di 2’yê Sibatê de hat dîtin û dadgehê, nîşaneya serkeetinê wek remza PKK’ê qebûl kir û salek û 11 meh û 12 roj ceza li Colayir birî.    NÎŞANEYA SERKETINÊ WEK REMZA PKK’Ê HAT HESIBANDIN   Dozger di îdianameyê de parvekirinên Facebookê yên Colayir wiha nirxand: “Bersûc di parvekirina di 23’yê Adara 2015’an de bi potê ku wek remzeya PKK’ê û KCK’ê ye li stûyê xwe pêça ye û remza rêxistina terorê ‘nîşaneya serketinê’ propaganda rêxistinê kiriye.”    MA / Yasîn Kobulan