Sirûda bi kurdî 'Azadiya ramanê û çalakiyek aştiyane ye' 2018-02-11 09:23:07 MUGLA - Welatiyê sirûda bi zimanê kurdî xwendibû û bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" hat sûcdarkirin, dadgehê ev hewldana wî wekî "Azadiya ramanê û çalakiyeke aştiyane" nirxand û biryara beraetê da. Kadîr Tazecan ê di 21'ê Adara 2017'an de di pîrozbahiyên Newrozê yên li navçeya Mîlsasa Muglayê de sirûda "Çerxa Şoreşê" xwend, der barê wî de bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" doz hat vekirin, doz bi beraetê encam bû. Di çarçoveya fezlekeya ku Miduriyeta Polîsan a Mîlasê amade kir û bi biryara Serdozgerê Komarê yê Muglayê di 20'e Nîsana 2017'an de Tazecan binçav kirin. Tazecan piştî derxistin dadgehê, aşkera kir ku bi sirûda li ser şoreşgeran tê gotin propagandaya rêxistinê nayê kirin û sûcdariyên der barê xwe de qebûl nekir.   MEHEKÊ GIRTÎ MA   Dadgehê der barê wî de biryara girtinê da. Li ser itiraza parêzeran mehekê di girtîgehê de ma û serbest hat berdan.   Darizandina li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Muglayê dewam kir, meqamê dozgeriyê sûcdariyên der barê Tazecan de di çarçoveya azadiya ramanê de nirxand û pîrozbahiyên Newrozê wekî çalakiyeke aştiyane nirxand û xwest biryara beraetê bê dayîn. Heyeta dadgehê bi hemû dengan beraeta Tazecan erê kir.   JI BO KESÊN AŞTÎ XWESTINE EMSAL E   Parêzerê Tazecan Mazlum Demîrbag, diyar kir ku di serdema OHAL'ê de dema mirov şertên şer ên li Tirkiyeyê li ber çavan bigire, ev biryareke emsal e.   Demîrbag anî ziman ku li tevahiya Tirkiyeyê gelek kes ji ber azadiya ramanê û daxwazên aştiyê hatine girtin û wiha pê de çû: "Gelek mirov ji ber îfadeyên ku sûc nînin di girtîgehan de ne û ev nayê qebûlkirin. Biryara vê dadgehê hêviyan zêde dike. Îro gelek mirovên ku aştî xwestine di binçavan de ne. Hêj girtî ne. Em dixwazin dozger û dadgeh vê rewşê li ber çavan bigirin û li gorî wê karê xwe bikin. Biryara dadgehê jî dide nîşan ku îro operasyonên li dijî HDP û HDK'ê çi qas bêwate ne û li dijî hiqûqê ye."   MA / Ahmet Kanbal