ROJEVA 11'Ê SIBATA 2018'AN 2018-02-11 09:01:12 *Cotkarên Samandagiya Hatayê ji rewşa heyî nerazî ne. Cotkaran got ew heta qirikê di nav deynan de ne û her sal dibêjin xwezî bi par.  *Karker û kedkaran destnîşan kir ku herî zêde şer bandorê li wan dike û êdî carinan dem tê ew nikarin pêdiviyên xwe yên sereke jî peyda bikin. Yek ji van karkeran Guven Gokcan got pereyê her guleyeke ber bi Efrînê ve tê berdan ji bêrîka wan derdikeve.    *DBP'ya ku herdu hevserokên wê yên giştî jî girtîne, bêyî ku ji mîsyona xwe tawîzekê bide xebatên xwe didomîne. Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Hediye Karaaslan, destnîşan kir ku li hemû çewisandin û girtinan jî wê gel xwedî li nirxên xwe derkevin û got: "Em bawer dikin ku wê li hemberî me îktîdar têk biçe."   *Welatiyê sirûda bi zimanê kurdî xwendibû û bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" hat sûcdarkirin, dadgehê ev hewldana wî wekî "Azadiya ramanê û çalakiyeke aştiyane" nirxand û biryara beraetê da.   *Wênesaz Ayşe Gîrgîn wêneyê xwe di pêşengeha bi navê “Ji bo dîtin û fêmkirinê nêz bibe, pişt re…” anî ba hev. Gîrgîn di qewimînên serdema qedexeya derketina derve de jî kir tuale û got bi xêzkirina wêneyan ew pêdiviya civakê ya ji bo aştiyê vedibêje.    *Li herêma Serhedê tenê Abdulmecît Emen çanda reşikê berdewam dike. Emen ji ber ku xwedî li vê pîşeyê û çandê derdikeve gelekî kêfxweş e.   *Dadgeha Cezayê Giran a 6’emîn a Rihayê nîşaneya serketinê wek remza PKK’ê qebûl kir û salek û 11 meh cezayê hepsê da Ahmet Colayir.    * Endamê Meclîsa ÎSÎG'ê Murat Çakir, diyar kir ku di serdema AKP'ê de herî kêm 20 hezar û 500 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Çakir, anî ziman ku berê di qezayan de jiyana xwe ji dest didan, niha jî ji ber deynan întihar dikin."    *Şêniyên gundê Kefara Sefrê yê Cindiresê bertek nîşanî Erdogan dan û gotin: “Efrîn Efrîna me ye. Darê zeytûnê pir buha ne li cem me. Em çiloyekî jî bi Erdogan bernadin.”    *Li gundê Misirgê yê Cizîrê derket holê ku dikandarê bi navê Mahmut S. ê 42 salî 5 zarokên gund îstismar kirine. Mahmut S. ê xwe bi gotinên "Min bi nefsa xwe nekarî û bi ya şeytan kir " parast bi tawanbariya "îstismara zayendî" hat girtin.    * Dadgehê tenê ji ber axaftinên Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdris Baluken 16 sal û 8 meh ceza birîn. Dadgeha ku tenê axaftin wekî delîl nişan dan cezayê "endamtiyê" li Balûken birîn.    * Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê 3'emîn Kongreya xwe ya Mezin a Asayî li Arena ya sporê ya Enqereyê pêk bîne. (10.00)