Partiya Keskan a Swêd Erdogan hişyar kir: Dest ji kuştinê berde! 2018-02-10 18:44:34   BERN - Li dijî êrîşên li ser Efrînê li pêş Parlamentoya Swêd çalakiya şermezarkirinê hat lidarxistin. Hevseroka Gişti ya Partiya Keskan Regula Rytz, diyar kir ku Tirkiye hiqûqa navneteweyî îhlal dike û ji Erdogan re got: “Dest ji kuştinê berde."    Çalakiyên li Ewropa yên li dijî êrîşên li ser Efrînê berdewam dikin. Îro li pêş Parlamentoya Federal a Swêdê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de dowîz û pankartên “Qatîl Erdogan" û “Ji qetilkirina sivîlên li Efrînê re bes e" vekirin. Hevseroka Gişti ya Partiya Keskan Regula Rytz jî tev li çalakiyê bû û helwesta Tirkiye û Erdogan şermezar kir. Rytz, diyar kir ku Tirkiye hiqûqa navneteweyî îhlal dike û ji Erdogan re got: “Dest ji kuştinê berde. Operasyon li dijî pergala kurdan a aboriya alternatif, azadiya zayendî û ekolojîk e. Ne tenê li dijî Sûriye ye. Di heman demê de li dijî gelên demokratîk ên Tirkiye pêş dikekev. Mirov tên kuştin. Erdogan dest ji kuştinê berde. Em li şûna çekan demokrasiyê pêş bixin.    Li ser navê Partiya Sosyalist jî Mustafa Atıci helwesta Tirkiye şermezar kir û wiha got: "Hikûmeta Tirkiye hemû peymanên navneteweyî îhlal dike. Êrîşî destkeftiyên kurdan dikin. Li ser navê platforma Piştevaniya bi Efrînê re,  HDK Swêd û PYD'ê jî axatin hatin kirin.    Komên Dij-Kapitalist û Anarşist yên Swêd li pêş Gara Trênê ya Bernê kom bûn û pankartên “Xweparastin jiyan e", “Bijî berxwedana Efrînê" û “Qatîl Erdogan" rakirin.