Gelê Efrînê 14 cenazeyên xwe spartin axê 2018-02-10 17:40:29   EFRÎN – Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên 14 şervanên xwe yên di şerê TSK'ê yê li dijî Efrînê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekê spartin axê.    Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên 14 şervanan "Ehmed Bîlal, Idrîs Kelkawî, Ferhad Oso, Mahir Şêxo, Serbest Qicê, Luey Mustefa (Rojvan Serhildan), Mihemed Colaq (Şiyar Qebasîn), Arif Cefer (Şoreş Çiya), Cemîl Hesen (Doxan Efrîn), Mezlûm Mihemed (Rojvan Êzidî), Kavar Dêrik, Nadya Mihemed (Newroz Viyan), Ferhad Îbiş û sivîlê bi navê Nesret Hisên¨ ji nexweşxaneyê  wergirtin û li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê. Di merasimê de Endamê Saziya Malbatên Şehîdan  Şaziya Ibrahîm axivî û da zanîn ku gelê Efrînê destûr nadin ku axa wan dagir bibe û wiha got: "Bila Erdogan terora xwe rawestînin. Her çiqas ku êrîş dijwar bûn, em ê axa xwe biparêzin, ji ber ku em li ser felsfeya Rêbertiyê mezin bûne."    Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso jî axivî û diyar kir ku gelê Efrînê xwediyê projeya Federal û demokratîk in û wiha got, ¨Dewleta Tirk nikare li herêmê bigihêje armancên xwe. Şervanên azadiyê li qadên şer bersiva êrîşên dagirkeriyê didin û wê terorê bin bixin."    Piştî axaftinan, cenazeyên şervanên Efrînê li Goristana Şehîd Avesta Xabûr a li gundê Kefer Şêlê yê girêdayî bajarê Efrînê spartin axê.