Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmet Înan pirsîn 2018-02-10 15:18:22 AMED – Xizmên Windayan li Amedê cara 470’emîn li hev kom bûn û li aqûbeta Mehmet Înan ê di 28’ê sibata 1994’an de li Sêrtê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn.  Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 470’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xist. Çalakî bi hinceta “Rewşa Awarte” li avahiya ÎHD’ê pêk hat. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê wêneyên windayan hildan û li aqûbeta Mehmet Înan ê di 28’ê sibata 1994’an de li Sêrtê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn,   Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û bal kişand ser dosyeyên windayan û got ku her çiqas dem bi ser dosyeyan de derbas bibe, kujer û tetikêş jiyana xwe ji dest bidin jî dê edaletê daxwaz bikin û heta edalet bicih bê dê çalakiya xwe dewam bikin.    Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Adnan Orhan jî çîroka Mehmet Înan ê di 28’ê sibata 1994’an de li navenda sûkê ya Sêrtê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin vegot. Orhan destnîşan kir ku Înan beriya bê windakirin 3 caran binçav dibe û tê berdan û di dawiya sibatê de carek din tê binçavkirin û pişt re qet agahî jê nayê girtin. Orhan anî ziman ku bavê Înan, Alî Înan ê agahî ji kurê xwe nagire rojeş şûn ve serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê û Fermandariya Leşkeriyê dide û heta niha malbatê tu encamek ne girtiye.    Piştî axaftinan ji bo Mehmet Înan û windayan 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat.