Rewşa girtiyê ji sedî 30 dilê wî davêje nebaş e 2018-02-10 15:08:02   ANTALYA - Rewşa girtiyê nexweşê dil Omer Açar ji ber nayê dermankirin, her roja diçe xerabtir dibe.   Girtiyê nexweşê dil Omer Açar ê li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê ye, rewşa tenduristiya wî pir xerab bûye. Rewşa tenduristiya Açar ê 2 meh berê emeliyat bû, ji ber ku piştî emeliyatê nehat derman xerab bû. Açarê niha dilê wî ji sedî 30 davêje. Bi dehan car ji bo bê dermankirin serî li rayedarên girtîgehê daye. Lê heya niha rayedarên girtîgehê tu bersiv nedane serlêdanên Açar.