HDP ji kongreyê re amade ye 2018-02-10 14:58:05 ENQERE – Pankarta “Ji şer re na” ya bi kurdî ku li Salona Werzîşê ya Arenayê ji bo Kongreya HDP’ê hatibû daliqandin hat daxistin.  Saet man ku 3’yemîn Kongreya Asayî ya Mezin a Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) bê lidarxistin. HDP li gel hemû zext, pêkûtî, binçavkirin û girtinan jî kongreya xwe li dar dixe û HDP’ê da zanîn ku ew ê bi vê kongreyê bersivê bidin hemû zextên li ser partiya xwe. HDP kongreya xwe wek “Kongreya Pêngavê” binav dike û dê dirûşmên “Bi hêvî, wêrekî û biryarî”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Em ê teqez bi ser kevin” bên berzkirin. Ji niha vê di têketina salonê de pankarta “Hûn bixêr hatin 3’yemîn Kongreya Asayî ya HDP’ê” hat daliqandin.    HDP’YÎ BER BI ENQEREYÊ VE DERKETIN RÊ    Li gel hemû astengiyan hilbijêr, endam û rêveberên HDP’ê ji gelek bajaran ber bi Enqereyê ve derketin rê û diherikin Enqereyê. Peywîrdarên kongreyê ji duh êvarê ve gihîştin Navenda Giştî ya HDP’ê. Hin peywîrdar jî çûn salona kongreyê.    PANKARTA ‘JI ŞER RE NA’ QEDEXE KIRIN    Li Salonê amadekariyên dawî tên kirin. Li salonê 15 hezar kes bicih dibe û herî zêde pankartên daxwazên polîtîk ên HDP’ê hatin daliqandin. Polîsan pankartên “Ji şer re na” û “Ji tecrîdê re na” yên bi kurdî ku li salonê hatibûn daliqandin daxistin.    HATINA MÊVANAN DEST PÊ KIR    Mêvanên ji derveyî welat vexwandin kongreyê gihîştin Enqereyê. Ewil nûnerên Partiya Sosyalîst Kurdistan ên ji Herêma Federal a Kurdistanê hatin gihîştin Enqereyê. Di saetên êvarê de jî li bendê ye ku Serokê Koma Çep a Ewropayê Gabî Zîmmer jî bigîhîje Enqereyê.    MASEYA QIRÎZÊ AVA BÛ   Ji bo amadekariyên teknîkî xebatek bêhempa tê meşandin. Her wiha ji bo her cure astnegiyan maseya krîzê jî hat avakirin.    KEMALBAY: SIBÊ ROJA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ TÊKOŞÎN MEZINKIRIN E   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay a ku der barê wê de biryar binçavkirinê derxistin ji bo kongreyê bangî dawî bi Ajansa Mezopotamyayê re parve kir. Kemalbay ev tişt got: “HDP sîwana hevpar a hemû gelan, netew, bawerî, bindest, jin, ciwan, feqîr, kedkar, koçber û her kesî ye. Em girtin û çav tirsandinê xelas nabin. Ev du sal û nîv e me li gel her tiştî nîşanî dijman da. Sibê jî li Enqereyê carek din em ê bi stran, horon û govenda xwe vê yekê carek din bidin nîşandan. Li gel hemû zext û êrîşan rêwîtiya me ya ber bi hêvî didome û em bi biryar in ku gelê xwe ji van rojên tarî rizgar bikin. Dem dema mezinkirina têkoşînê ye. Li dijî faşîzmê li ber xwe dan di yekîtiyê pêkan e. Em sibê bi hêvî, moral û kelecana herî xûrt beşdarî kongreya HDP’ê bibin.”