4 roj in agahî ji rojnamegerê Îranî yê muxalîf nayê girtin 2018-02-10 14:38:07 WAN – Rojnamegerê Îranî Arash Shoa Sharg ê ji ber rejîmê xwe li Tirkiyeyê girt 4 roj in agahî jê nayê girtin. Tê zanîn ku Sharg ji aliyê Îstîxbara Îranê ve hatiye revandin.  Rojnamegerê Îranî Arash Shoa Sharg ê bi muxalîfiya xwe tê nasîn ber rejîmê her tim zext lê dikir xwe li Tirkiyeyê girt 4 roj in agahî jê nayê girtin. Ev demek dirêje rojnameger Sharg li Wanê bû û beriya niha bi demekê serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê dabû û diyar kiribû ku jiyana wî di bin talûkeyê de ye û daxwaza piştgiriyê kiribû.    Saharg di serlêdana xwe de destnîşan kiribû ku Îstîxbara Îranê li pey wî ye û ewlehiya canê wî nîne.    HEVALÊ WÎ SERÎ LI ÎHD’Ê DA    Hevalê Sharg, Alî Askhar Kourosh Zamanî ev 4 roj in ji hevalê xwe agahî nagire û serî li ÎHD’ê da. Zamanî di daxwaznameya xwe van agahiyan da: “Saet d 15.30’an roja 6’ê sibatê em ji hev veqetiyan. Heta niha min tu agahî jê negirtiye. Ez çûm mala wî lê malê jî tune bû. Telefona wî girtiye û neçûye malê. Beriya niha Îstîxbata Îranê me tehdît kir û xwest me bikuje.”    GOTIBÛ ‘EZ DI ÇAVDÊRIYA ÎSTÎXBARA ÎRANÊ DE ME’    Sharq beriha bi demekê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîbû û gotibû ku ew di çavdêriya Îstîxbarata Îranê de ne. Sharq wiha gotibû: “Îran bi dîktatoriyê tê birêvebirin. Rejîma Îranê li dijî mezheb û zimanên kêm netew cudahiyê dike. Heqaret û îşkenceyê li mirovê xwe dike. Em daxwazin dikin ku hemû raya giştî ya cîhanê û navnetewî deng bide muxalîfên li Îranê. Yên di şertê herî xerab de dijîn rojnameger in. 3 rojnamegerên îşkenceya li Îranê ji cîhanê re ragihandibûn avêtin zîndanê. Di 2 salan de li 10 rojnamegeran cezayê qamçiyê dan wan. Cezayê hepsê û qamişê dan min jî. Hemû xebatên min ên aborî hatin astengkirin. Daxwaziya min tenê ew e ku muameleya xerab a li Îranê ji aliyê hemû cîhanê ve zanîn.”