Gelê Wanê ji bo kongreyê ketin rêya Enqereyê 2018-02-10 12:13:42 WAN - Endamên partiyê yên ji Wan, Colemêrg, Qers, Agirî, Igdir, Ardahan, Erzirûm û Mûşê ji bo beşdarî kongreya HDP’ê bibin ketin rê, diyar kirin ku ligel hemû binçavkirin û girtinan dê bi hêzêk xurt beşdarî kongreyê bibin û peyamên girîng bidin. Bi hezaran kes ji Wan, Colemêrg, Qers, Agirî, Igdir, Ardahan, Erzirûm û Mûşê ji bo beşdarî 3’yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya (HDP) bibin ketin rê. Serhediyên bi coşek mezin ketin rê, diyar kirin ku çi astengî dibin bila bibin dê xwe bigihîn in Enqerê.    JI WANÊ 30 OTOBUS KETIN RÊ   Wanliyên serê sibê rabûn û berê xwe dan Otogara Wanê. Bi hezaran welatiyên ji navçeyên Rêya Armuşê, Tuşba, Erdîş, Bêgir, Çildiran, Şax, Westan, Elbak, Bahçesaray, Saray û Qelqelî hatin navenda bajêr, ji vir jî li otobusan siwar bûn û ber bi Enqerê ve ketin rê. Bi giştî 30 otobus ji Wan û navçeyên wê bi rê ketin. Gelek kesan jî bi wesayîtên xwe yên taybet ketin rê.    Endamên partiye yên bi coşek mezin ber bi Enqerê ve ketin rê axivîn û wiha gotin: “Li dijî binçavkirin û girtinan em ê di salona kongreyê de cih bigirin. Em hevî dikin ku dê kongre bibe wesîleya aştî û demokrasiyê. Emê hêza xwe ya mezin di kongreyê de nîşan bidin. Teqez em ê qezenc bikin.”   ‘EM Ê QEZENC BIKIN’   Bi sedan kesên ji navçe û navenda Colemergê kom bûn bi 5 otobusan ber bi Enqerê ve ketin rê. Colemêrgiyan, diyar kirin ku dê qezenc bikin. Cardin ji Igdirê 2, ji Ardahanê 1, ji Qersê 4, ji Bedlîsê 5, ji Mûşê 6 û ji Agiriyê jî 6 otobus ber bi Enqerê ve ketin rê. Partiya Erzirûmê biryar da ku bi 4 otobusan biçin Enqerê, lê ji ber di rojên derbas bûyî de 60 endamên wan ên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin, diyar kirin ku dê bi hejmarek kêm beşdarî kongreyê bibin.