Rojnameger Yilmaz di hucreyê de ye: Avê nadin min 2018-02-10 12:12:14 WAN - Rojnameger Îdrîs Yilmaz ji ber parvekirinên der barê êrîşên li ser Efrînê hat girtin, li Girtîgeha Hejmar 1 a Xarpêtê di hucreya yek kesî de tê girtin. Rojnameger Îdrîs Yilmaz ji ber parvekirinên der barê operasyona Efrînê de kirin, bi îdiaya "Gel sor kiriye û dijminahiya di navbera gelan de bi pêş xistiye", di 22'yê Çileyê de hat girtin û li Girtîgeha Hejmar 1 a Xarpêtê tê girtin.   Yilmaz di çarçoveya mafê xwe yê telefonê de duh bi malbata xwe re axivî, da zanîn ku ew hefteyeke di hucreya yek kesî de tê girtin.   Yilmaz di 30'yê Çileyê de ji Girtîgeha Tîpa A a Erdîşê sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a Xarpêtê kirin. Yilmaz da zanîn ku roja anîne heta niha di bin zextan de ye û ev tişt got: "Dema ez bi rîngê anîm vir, di tevahiya rê de peywirdanran nehiştin ez pêwîstiyên xwe yên daşirê jî bînim cih. Niha li vir jî ez hefteyeke di hucreya yek kesî de me. Li qantînê av jî di nav de, tu tiştî nikarim bigirim. Min ji rêveberiya girtîgehê xwest min derxin koxûşê, lê ew jî nanîn cih. Ez li vir di hucreya yek kesî di bin zextan de me."