9 salan kekê wê îstismarî wê kir 2018-02-10 09:07:24 ÊLIH - Li Êlihê, derket holê ku H.G.'ya 18 salî 9 salan bi îstismara zayendî ya kekê xwe re rû bi rû maye. Her wiha hat hînbûn ku Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê ji bo H.G. tevdîr negirtine û tu ewlehiya wê tune ye.  Li Êlihê, derket holê ku jina bi navê H.G. ya 18 salî tam 9 salan bi îstismara zayendî kekê xwe P.G.'yê 24 salî re rû bi rû maye. Xwişka H.G., L.G. ku bû şahidê îstismarê, rewşê ji mamosteyê xwe yê rehberê re vegot. Piştî ku mamoste rewş ragihandiye polîsan bûyer derketiye holê û P.G. hatiye binçavkirin û paşê bi tawanbariya "îstismara zayendî" hat girtin.    TAM 9 SALAN EW ÎSTISMAR KIR    Dema 10 salî bûye H.G. ji aliyê kekê xwe ve hatiye îstismarkirin û newêribûye ji kesî re bêje. Lê belê di meha Îlonê de piştî xwişka wê L.G. dibe şahid, bûyer aşkere dibe. L.G. ji xwişka xwe re gotiye ew ê îstismarê bi hin kesan re parve bike, lê belê xwişka wê gotiye "Nebêje heke hin kes bibihîzin wê malbata me belav bibe. Ji xwe lêborîn ji min xwest, soz da wê careke din dest nede min." Li ser vê L.G. jî ji kesî re negotiye, lê belê çend hefte berê dema dîsa H.G. hat îstismarkirin, vê carê L.G. bûyer ji mamosteyê xwe yê rehberê re vegotiye.    Paşê mamoste jî hayê polîsan pê dixe û P.G. tê binçavkirin. Hat diyarkirin ku dema P.G. hat binçavkirin wê demê bêyî ku parêzer û derûnas hebe îfadeya H.G. tê wergirtin. H.G. destpêkê ji kekê xwe gilîdar e, lê belê hat hînbûn ku paşê ji ber tirsê îfadeya xwe bi paş ve kişandiye. Hat gotin ku H.G. diyar kiriye ku ji ber tirsiyaye tam 9 salan rewşa îstismarê ji kesî re negotiye û li ser zext û çewisandinan mecbûr maye îfadeya xwe bi paş ve bikişîne.    Hat hînbûn ku Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê ji bo H.G. tevdîr negirtine û tu ewlehiya wê tune ye.