Girtiyên li Patnosê: Girtiyan terkî mirinê dikin 2018-02-10 09:06:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyan binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê pêk tên ragihandin û diyar kirin ku bi taybetî di warê tenduristiyê de girtîgeh bi feraseta "ku girtiyan terkî mirinê dikin û çi tê serê we bila bê" nêzî girtiyan dibe.  Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê, diyar kirin ku her diçe binpêkirina mafan û çewisandin zêde dibin. Girtiyan bi lêv kir ku saleke girtîgeh hatiye vekirin, lê belê tu pirsgirêk nayên çareserkirin û tu nêzîkatiyeke girtîgehê ya ji bo çareserkirinê jî tune ye. Girtiyan destnîşan kir ku bi taybetî jî di warêê tenduristiyê de girtîgeha bi feraseta "terikandina ber bi mirinê û çi tê serê we bila bê" nêzî girtiyan dibe. Girtî tiştên bi wan re rû bi rû dimînin wiha rêz kirin:    * Li girtîgehê revîr tune ye. Mohra bijîşkê heyî derbasdar e. Hema bêje bijîşkeke ku ji bo formalîteyê wî anîne. Dermanên girtiyên nexweşînên pençeşêr, dil, hûpertansiyon û hwd. li wan peyda bûne nayên temînkirin. Dermanên hevalên me Avni Uçar, Davut Ekinci, Filit Tiltay, Cevdet Malgaz, Ridvan Yusufoglu, Abdulbari Tenik, Sadrettin Bugrahan, Aydın Çubukçu ku nexweşînên wan giranin nayên peydakirin. Hevalên me yên diçin beşa lezgîn bi zehmetiyên dijwar re rû bi rû dimînin. Nêzîkatiyeke dermirovî heye.    * Herî dawî ew jî hevalê me Alattîn Işik ê çû 112'an, her çi qas rewşa wî giran bû û nikaribû bi tena serê xwe bimeşe bi bi awayekî kelemçekirî birin û meşa bi tena serê xwe lê ferzkirin, lê belê ji ber vê wî nebirin nexweşxaneyê.    * Leşker û komek personel bi awayekî provakatîf û tehrîkî nêz dibin. Bi zorê lêgerîna tazî li hevalên me yên nû tên ferz dikin û bi êrîşên fizîkî re rû bi rû dimînin. Ji bo biçin qawîşên kesên serbixwe, zextan li ser hevalên me yên nû hatine girtin dikin. Mudur tevî polîsan heqaretê dikin.    * Tu mafekî me yê civakiyî esas nayê girtin. Aktîvîteyên wek spor, atolye, sohbetê qanûnî ne, lê dîsa jî bi hincetên beredayî tên redkirin û hema bêje tecrîdê disepînin.    * Daxwazên me yên guherandina qawîşan tên redkirin, bi awayekî kêfî îzolasyonê li ser me pêk tînin.    * Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Evrenselê nadin û bi hinceta ewlehiya girtîgehê dikeve xetereyê wan naxin hundur. Radyoyên me tên desteserkirin û bi vî awayî mafên me yê pêwendiyê tê astengkirin.    * Bedêlên îaşeyê nayên bi cih nayînin û nelirêtî tê kirin. Xwarineke ku ancax têra 7-8 kesan bike didin 24 kesan. herî zêde 2-3 cure xwarin in.    * Kovarên mîna Jîneolijiyê yên ji derve tên û der barê wan de biryara komkirinê tune ye jî bi awayekî derhuqûqî nayên dayîn.    * Ev sepandinên derhuqûqî her diçe vediguherin êrîşên fizîkî. Hin gardiyan xwe dixin şûna dewletê heqaretî hevalên me yên bi kurdî diaxivin dikin. Bi vê hincetê koliyên ku bi riya posteyê tên jî bi awayekî kêfî nayên dayîn. Her wiha hevalên me yên ku ji bo hevdîtinê diçin cem dozger, dozger bi ser wan de diqîre û dibêje "Li vir dewlet ez im, ez çi bixwazim wê ew pêk bê" û personel bi zorê devên girtiyan digirin û wan dibin qawîşan.    * Nameyên ku em ji ÎHD, qasidan, saziyên civaka sivîl û saziyên çapemeniyê re dişînin jî tên desteserkirin û nayên şandin.    * Giliyê ku em dikin esas nayên girtin û daxwazanameyên me tên çirandin û avêtin.    Girtiyan ji bo hesasiyetê bang li raya giştî kir û her wiha destnîşan kirin ku ew ê tu carî ferzkirina yektîpî qebûl nekin û ew ê li ber xwe bidin.