Prz. Uysal: Heta niha tu kes ji bo komkujiya Jêrzemînên Cizîrê nehatiye darizandin 2018-02-10 09:05:44 ŞIRNEX - Parêzer Newroz Ûysal, têkildarî parastina ku Tirkiye der barê kuştina welatiyên ku li jêrzemînên Cizîrê hatin kuştin da DMME'yê de axivî. Ûysal gotinên di parêziyê de cih girtin derewandin û destnîşan kir ku heta niha tu kes nehatiye darizandin û xwest dîmen û qeydên dengan ên wê demê di dosyeyan de cih bigirin.  Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di dema qedexeya derketina kolanan a 7'ê Sibata 2016'an de, bêyî ji bo rizgarkirina wan alîkarî bê dayîn bi dehan kes hatin şewitandin û kuştin. Parêzerên ÎHD'ê û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ya bi KHK'ê hat girtin jî têkildarî vê rewşê di 11'e Sibata 2016’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn.   'BILA WEK SIVÎLÊN MASÛM NEYÊN DÎTIN'   Li ser vê yekê Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan a Gerînendetiya Giştî ya Huqûqê û Têkiliyên Derve ya Navnetewî ya Wezareta Dadê di 12'ê Tîrmeha 2017’an de parêziyek berpêşî DMME'yê kir. Di parastinê de hatibû îddiakirin ku di raporên saziyên sivîl de belgeyên şênber tune ne û wan ji bo kesên daxilî sûc bûne lêkolîn kiriye û ew darizandine.    Her wiha Tirkiyeyê, hemû kesên hatibûn kuştin wek endamê rêxistinê pênase kir û di parastinê de xwest kesên hatine kuştin jî wek “sivîlên masûm" neyên dîtin.   Yek ji parêzerên ku demeke dirêj e bi van dosyeyan re mijûl dibe jî Parêzer Newroz Ûysal e û îfadeyên di parêziya Tirkiyeya ya berpêşî DMME'yê kir de derewand.    Ûysal destnîşan kir ku rapor ji aliyê gelek parêzeran ve di encama hevdîtinên bi malbatên mexdûr û gotinên şahidan de hatine amadekirin. Ûysal diyar kir ku ji dêvla ku darizandineke ku raporan esas digire xwe çê bibe, lê belê liv û tevgereke ku ji bo ser kuştinan bê nixumandin heye. Ûysal bi lêv kir ku girtina saziyên ku rapor amade kirine jî ji bo derewanadina parêziya Tirkiyeyê têr dike.    'TU KES NEHAT DARIZANDIN'   Ûysal der barê îfadeyên "kesên berprisiyariya wan tê de heye tabiî darizandin û usûlên îdarî hatine kirin" jî nirxand û ev tişt gotin: "Em vê gotinê fêm nakin. Heke qesda wan endamê 'BTO'yê bin nexwe piraniya wan jiyana xwe ji dest dane. Heke qesd hêzên ewlehiyê bin jî nexwe heya roja îro ji wan tu kes nehatiye darizandin."   'DÎMENÊN KÊLIYÊN BÛYERÊ NE DI DOSYAYAN DE NE'   Ûysal bi bîr xist ku wextê operasyonan navendên krîz û koordînasyonê jî hatine avakirin lê belê, hîn jî nayê zanîn ka kî di wir de peywirdar bûn. Ûysal domand: "Hevalên me yên parêzer gelek caran pirsa vê yekê kirin. Me derfet nîne ku em pileya hêza li wir hatiye bikaranîn derxin holê. Tê îddiakirin ku pevçûn rû dane û hêzên ewlehiyê xwe parastine. Lê belê bi taybetî ji bo 3 navendan dîmenên kêliyên bûyerê ne di dosyayan de ne."   Ûysal got ku polîsên di pevçûnan de cih girtine nehatine guhdarkirin û wiha got: "Ya ku bû sedema şewitandina wan kesan çi bû. Çawa agir derketiye? Divê dewlet bersiva van pirsan bide. Nexwe bersivnedayîna van pirsan jî gumanên me piştrast dike."   'JI BO KU TENÊ LI WIR IN WEK ENDAMÊ RÊXISTINÊ TÊN DÎTIN'   Wysal biryara DMME'yê yu ji bo hin kesan biryara tedbîrê dabû jî bi bîr xist û wiha axivî: "Di 20'ê Çileyê de hin sivîlên ji bo birîndarên taxê çûbûn jî hatin gulebarankirin. Divê Tirkiye vê rewşê vebêje. Ew sivîl jî niha bi hinceta 'alîkarîya rêxistinê kirine' tên darizandin. Ji bo ku tu bibêjî ev kes endamê rêxistinê ne divê tiştên şênber hebin. Tenê çûna wan a taxê û hebûna wan a di dema qedexeyê de ji bo vê yekê têr nake. Lê belê hemû kes wek endamê rêxistinê hatine hesibandin. Ev ne hiqûqî ye û derî aqilan e."    Ûysal herî dawîn bang li Tirkiyeyê kir da ku ji bo angaştên xwe dîmen û qeydên deng ên wê çaxê daxilî dosyayêyan bike.