ROJEVA 10'Ê SIBATA 2018'AN 2018-02-10 09:00:29 * Endamê MYK'a Egîtîn Senê Ahmet Karagoz bertek nîşanî serbestberdana 4 bersûcên doza Aladagê da û aşkera kir ku danişîna dozê wekî şanoyê derbas bûye. Serokê Baroya Edeneyê Parêzer Velî Kuçuk jî da zanîn ku rapora pêzan Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê û îtfayeyê wekî qusûra talî dibîne û ev yek wan dixe nav fikaran û ev tişt got: "Divê kesên ji van mirinan berpirsyar bên cezakirin." *Koma rîtimê ya jinan Rîtim Kolektîf , ji bo bernameya xwe ya 8'ê Adarê ji niha ve dest bi provayan kir. Yek ji avakarên Rîtm Kolektîfê perwerdekar Selda Ozturk got: "Em berxwedana xwe û gotina xwe bi rîtiman îfade dikin."    *Weşanên Aryenê 2 pirtûkên nû çap kirin. Pirtûk bi çeşnê xwe çîrok in û bi kurdî û tirkî ne. Çîrokên pirtûkan bal dikişînin ser jiyana mirovên vê xakê.    *Beriya Kongreya Asayî ya Mezin a 3'yemîn a HDP'ê pêkhateyên HDK'ê hatin binçavkirin. Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş bertek nîşanî van binçavkirinan da û got: "Îktîdar dibêje 'Êdî ev tune ne, qediyan'. Lê em ê bi deh hezaran mirovî bersiva vê fîkriyata îktîdarê bidin."    *Parêzer Newroz Ûysal, têkildarî parastina ku Tirkiye der barê kuştina welatiyên ku li jêrzemînên Cizîrê hatin kuştin da DMME'yê de axivî. Ûysal gotinên di parêziyê de cih girtin derewandin û destnîşan kir ku heta niha tu kes nehatiye darizandin û xwest dîmen û qeydên dengan ên wê demê di dosyeyan de cih bigirin.    * Endama Jinên Kedkar (EKA) Nurten Kararhanci, li dijî êrîşa li ser Efrînê bertekên xwe anî ziman û got: "Berxwedana jinan hêviyê dide me hemû jinan. Divê em li dijî êrîşan xwe bi rêxistin bikin û têkoşînê pêş bixin."      *Girtiyan binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê pêk tên ragihandin û diyar kirin ku bi taybetî di warê tenduristiyê de girtîgeh bi feraseta "ku girtiyan terkî mirinê dikin û çi tê serê we bila bê" nêzî girtiyan dibe.    *Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Cevdet Konak, destnîşan kir ku wê ji Erzingan, Xarpêt û Dersimê mirov bi coşeke mezin tev li kongreya HDP'ê bibin û got, tevî hemû girtinan jî wê bi deh hezaran mirov ber bi Enqereyê ve biherikin.    *Li Êlihê, derket holê ku H.G.'ya 18 salî tam 9 salan bi îstismara zayendî ya kekê xwe re rû bi rû maye. Her wiha hat hînbûn ku Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê ji bo H.G. tevdîr negirtine û tu ewlehiya wê tune ye.    * Komeleya Mafên Civakî, dê têkildarî mirina 11 zarokên ku li  Wargeha Aladagê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)   * Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmirê dê têkildarî operasyona binçavkirinê ya li dijî HDP û HDK'ê, li 1'emîn Şaxa Egitimê ya Îzmirê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê û Xizmên Windayan yên Amedê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" di hefteya 470'an de li şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe berdewam bike. (12.00 )   * Dayikên Şemiyê bi dirûşmeya "Faîl diyar in winda li ku ne" di hefteya 672'an de li Qada Galatasarayê dê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)    * Şaxa ÎHD'ê û Xizmên windayan yên Îzmîrê bi armanca “Bila winda bên dîtin" û "Bila girtiyên nexweş bên berdan" dê di hefteya 418’an de li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya Îzmirê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 308'an de çalakiya "'Rûniştina F" yi Qada galatasarayê berdewam bikin. (13.30)   * Xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin, bi armanca televîzyona wan bê vekirin dê di hefteya 71'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (14.00)