Nivîskar Mîrza Ronî hat girtin 2018-02-09 22:04:01   ŞIRNEX - Nivîskar Mîrza Ronî yê 3 roj berê li Cizîrê hat binçavkirin hat girtin.    Nivîskar Mîrza Ronî (Kurt) ê 3 roj berê li Cizîra Şirnexê hat binçavkirin, piştî karên li Emniyeta Navçeyê sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgeriyê parvekirinên Ronî yên li ser medyaya civakî û hin nîşeyên di ajandaya wî de wek hincet nîşan da û bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgeha nobedar kir.    Ronî bi heman hincetê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Şirnexê.