Beştaş: Kongreya me dê ji polîtikayên faşîzan re bibe bersiv 2018-02-09 15:11:43 EDENE – Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê bertek nîşanî binçavkirinên li dijî HDK’ê û HDP’ê da û got: “Kongreya ku em li dar bixin dê ji pêkanînên faşîzane yên AKP’ê re bibe bersiv.”  Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê li dijî binçavkirinên rêveber û endamên HDP’ê û HDK’ê û ji bo beşdariya kongreya HDP’ê li avahiya rêxistina xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş axivî û operasyonên li dijî partiya wan û HDK’ê û pêkhateyên wê pêk hat şermezar kir.    'OPERASYONÊN ASTENGKIRINÊ NE’    Beştaş da zanîn ku çawa duh wan li dijî van operasyon û girtinan gav paş de neavêtiye dê îro jî neavêjin û got: “Me wek gelan li dijî demorkasî û azadiyê tu demê gav neavêtiye. Ji bo li vî welatî aştî, azadî û wekhevî mayînde bibe em dixebitin û têkoşîna xwe dewam dikin. Ev operasyon li dijî astengkirina kongreya me ya mezin e. Divê hevalên me hemû yên binçavkirî û yên girtî demil dest bên berdan. Li gel van binçavkirin û polîtîkaya tunekirinê jî em dê bi coşa herî mezin beşdarî kongreyê bibin.”    'WÊ BERSIVA PÊWÎST BÊ DAYÎN’    Beştaş destnîşan kir ku roja 11’ê sibatê dê dilê bi milyonan kes li Salon Werzîşê ya Arena ya Enqereyê be û wiha got: “Çar aliyên Tirkiyeyê wek pîrozbahiya cejnekê ji kongreyê re amade ne. Dê ew der bi beşdariya deh hezaran tije bibe. Dê wê rojê bersiva li dijî girtin û binçavkirina ji hevserokên me yên giştî bigire heta endamên bê dayîn. Yên ku bitirsin û din av xetereyê de bin ne em in. Kongreya em ê li dar bixin dê ji pêkanînên faşîzane yên AKP’ê re bibe bersiv. Wê çav û guhê bi milyonan kes li ser Eqnereyê be.”