KODA'yê binçavkirina Hamzaoglu şermezar kir 2018-02-09 14:38:05 KOCAELÎ – KODA'yê bi daxuyaniyekê binçavkirina Hevberdevkê HDK'ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu şermezar kir û got: "Mamoste Onur di her alî de xwedî li rastiyan derketiye û bi vê yekê mafdariya xwe îspat kiriye." Li ser banga Akademiya Piştgiriya Koçaeliyê (KODA), rêxistinên demokratîk li Şaxa Egîtîm Sena Koçaeliyê li hev kom bûn û binçavkirina Hevberdevkê HDK'ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de gelek kes amade bûn û endamê KODA'yê Doç. Dr. Yucel Demîrer daxuyanî da.   ‘HER DEM MAFDARIYA XWE PIŞTRAST KIR’   Demîrer destnîşan kir ku Hamzaoglu tevahiya jiyana xwe da xebatên tenduristî, aştî û têkoşîna akademiya azad û ev tişt got: "Mamosteyê me Prof. Dr. Onur Hamzaoglu li Stenbolê hat binçavkirin. Hamzaoglu di heman demê de emdanê KODA'yê ye. Em binçavkirina wî şermezar dikin. Mamosteyê me di demên borî de jî li Kocaeliyê ji bo tenduristiya gel biparêze, di nava xebatan de cih girt. Bi taybetî li herêma Dîlovayê di warê qirêjkirina xwezayê de gelek lêkolîn kirin, ji ber vê alîgirên sermayeyê, rêveberên herêmî, siyasetmedar û heta hin rêveberên zanîngehan êrîşê wî kir. Lê bi piştgiriya hêzên derûdor ev êrîşana hatin şikandin."   Demîrer got ku binçavkirina Hamzaoglu bi tu awayî qebûl nakin û xwest hemû kesên di bin çavan de serbest bên berdan.