Baroya Amedê: Binpêkirinên mafan zêde ne 2018-02-09 14:11:08 AMED - Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê, diyar kir ku zarokên girtî bi şidetên cuda re rû bi rû dimînin, ji bo baro û saziyên sivîl serlêdanan bikin divê qanûn bên sererastkirin. Komîsyona Şopandinê ya Girtîgehan a Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê, rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehan parve kir. Rapor ji 14 ropelan pêk tê û bi ser navê "Rapora Binpêkirinên Mafan ên Saziyên Înfaza Cezayan a Sala 2017'an" hat weşandin. Daxuyaniya li avahiya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê hat dayîn de, endamên Komîsyona Girtîgehan jî di nav de gelek kes tev li bûn.   ÇÛN SERDANA 20 GIRTÎGEHAN   Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Neşet Gîrasun di civînê de axivî, diyar kir ku rapor ku amade kirine, rapora herî berfireh a 10 salên dawî ye, ji 18 qadên cuda pirsgirêk di raporê de cih digirin. Gîrasun, aşkera kir ku wan serî li 20 girtîgehên cuda dane û 40 caran ziyaret pêk anîne û bi 92 girtiyan re hevdîtin hatiye kirin û agahiyên ku van kesan dane di raporê de cih digire.   Gîrasun, daneyên binpêkirinên mafan ên di raporê de cih girtibûn, wiah bi raya giştî parve kir:   * Zarokên girtî yên di nava komên paşwendî (dezavantaj) de, di serî de tên. Bi binpêkirinên mafan re gelekî rû bi rû dimînin. Di roja îro de tê nîqaşkirin ku girtîgehên zarokan bên girtin, li gelek girtîgehan gelek zarok bi şidetê re rû bi rû mane.   * Mafê tenduristiyê tê astengkirin (muayeneya bi kelepçe, li revîrê qasî ku pêwîst bike hekîm tune ne, sewqên nexwşan û rakirina revîr û nexweşxaneyê dereng tê xistin) girtîgehên ku tên ziyaretkirin, li hemûyan jî pirsgirêk hene.   * Li Girtîgeha Kampusa Xarpêtê gelek binpêkirinên mafan ên giran xwe didin der. Ji derveyê odeya sunger, derp-îşkence û muameleya xirab, gelek îdia der barê êrîşên zayendî de ji girtîgehê tên.   * Zarokên piçûk ên bi dayikên xwe yên girtî re li girtîgehê dimînin, di warê fîzîkî û derûnî de bi gelek pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne.   * Gelek girtiyên sirgûnî girtîgehên cuda tên kirin, destê wan ji piştê ve tê kelepçekirin, gelek caran personelên girtîgehê bi gotin û fîzîkî êrîşê wan dikin. Li cihên wekî serşo, daşir û hwd. kamerayan bi cih dikin û li derveyê mewzûetê pêkanînan li ser girtiyan ferz dikin.    * Endamên me yên lijneyê, di odeyên hevdîtinê yên parêzeran ên Girtîgeha Jinan a Tarsusê û Girtîgeha Tîpa E a Sêrtê de pergala kamerayê ya şopandinê tespît kirin. Ji ber ihtimala ku ev kamera deng jî qeyd dikin, girtî bi parêzerên xwe re bi awayekî azad nikarin hevdîtinê bikin.   * Nêrîna parêzerê stajyer nagirin Girtîgeha Kampusa Xarpêtê û ev ji hêla endamên komîsyona me ve hat tespîtkirin. Ji bo vê rewşa derveyê hiqûqê bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin hat kirin û dozger got ku 'Der barê vê rewşê de agahiya min tune, berî ku bikevin saziya înfazê ya ceza ji bo serlêdanê destûr ji min bihata xwestin, dê stajyer bikaribûna bi girtiyan re hevdîtin pêk baniya."   * Parezerên endamên komîsyonê yên çûn Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê, piştî hevdîtin bi girtiyan re kirin, girtekên ku girtibûn ji aliyê gardiyenan ve ji wan hatin standin û bi kamereya dimên wan kişandin.    *Piştî OHAL li tevahiya welat hat îlankirin, binpêkirin û pirsgirêkên li girtîgehan zêdetir bûn.    Giresîn, pêşniyarên xwe yên derbarê bêmafiyên tên jiyîn de wiha rêz kir:    *Divê hemû girtî mafê xwe yê parastin û manewiyetên bi awayekê aktîf bikar bînin.     * Divê panel û semînerên derbarê mafê mirovan de, ji bo personelên girtîgehan bên dayîn.    * Divê girtîgeh dest ji hemû binpêkirinên xwe yên mafên mirovan berdin û parastina bi zimanê kurdî bê qebûlkirin.    *Di warê girtina girtîgehên zarokan de,  divê mînakên cîhanê baş bên nirxandin û ji bo girtîgehên zarokan qadên jiyanê yên bi tendurist bên avakirin.    *Divê ji bo zarokên bi dayîkên xwe re girtîne, pêdiviyên derûnî bên dayîn û qadên baş bên avakirin.    *Divê rêxistinên civak sivîl û baro bi awayekê pir vekirî karibin girtîgehan ziyaret bikin û ji bo vê yekê qanûn bên sererastkirin.    Giresun, di dawiya civînê de bang li Wezareta Dadê kir ku dawî li bêmafiyên li girtîgehan bîne.