HDK bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bi wêrekî li kongreyê bin 2018-02-09 13:57:03 STENBOL – HDK bertek nîşanî binçavkirina Hevberdevkê HDK’ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu û pêkhateyên wan da û got: “Em ê bi wêrekî di riya xwe de bimeşin. Bi heman wêrekiyê êm ê roja yekşemê beşdarî kongreya HDP’ê bibin.”  Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li dijî binçavkirina Hevberdevkê HDK’ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu û pêkhateyên wê yên din, li buroya HDK'ê ya Kolana Îstîklalê ya Beyolgu civîna çapemeniyê li dar xist. Hemû pêkhateyên HDK’ê beşdarî civînê bûn. Li salona civînê pankarta “Em ê destûr nedin ku dê qesr muxalefetê terorîze bike” daliqandin.    ‘DI HEDEFA NÊÇÎRA DESTHILATDARIYÊ DE KONGREYA HDP’Ê HEYE’    Di civînê de ewil Endamê MYK’a HDK’ê Metîn Kayaoglu axivî û got: “Ji ber vê pêla binçavkirinê hevberdevkên me giştî ne di nav me de ne. Em jî bûn qûrbana nêçîra ku didome. Li Tirkiyeyê polîtîkayek çewisandinê ya giran heye. Hedefa vê nêçîrî kongreya HDP’ê ye. Ji bo desthilatdarî xwe li ser piya bigire van operasyonan û êrîşên li dijî Efrînê pêk tîne. Em ê destûrê nedin krîmînalîzekirina HDK’ê. HDK ne rêxistinek dij qanûnî ye. Em ê bi wêrekî di riya xwe de bimeşin. Bi heman wêrekiyê roja yekşemê em ê beşdarî kongreya HDP’ê bibin.”    ‘EM Ê BI DEH HEZARAN SEKNA XWE NÎŞAN BIDIN’   Pişt re Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ataş jî axivî û operasyonê wiha nirxand: “Desthilatdarî bi van polîtîkayên xwe hin bêtir teşhîr bûye. Nerazîbûna hemû girseyan li dijî wan heye. HDK yek girîngtrîn rêxistinek li vî welatî ye. Divê morala me nekeve. Em ê bi her awayî bi ser bikevin. Beşdariya bi deh hezaran a kongreya HDP’ê dê gelek grîng be. Em ê bi deh hezaran helwest û sekna xwe nîşan bidin.”    Piştî Ataş nûnerên din ên pêkhateyên HDK’ê jî li dijî pêla binçavkirin û girtinan nerazîbûn nîşan dan û soza li dijî binçavkirinan mezinkirina têkoşînê dan. Nûneran got ku ew ê bi de deh hezaran beşdarî kongreya HDP’ê bibin.