Destê Nûçegihan Kanbal li pişt wî kelepçe kirin 2018-02-09 13:11:52 ÎZMÎR - Nûçegihanê Ajansa me ya Mezopotamya Ahmet Kanbal, dema ji bo îfadeya xwe bide çû qereqolê û hat binçavkirin. Polîsan piştî lêpirsîna Kanbal, destê wî li pişt wî kelepçe kirin û anîn edliyê.  Nûçegihanê Ajansa me ya Mezopotamyayê Ahmet Kanbal di 08’ê sibatê de,  ji bo îfade bide çû Midûryeta Polîsan a semta Hatay a Îzmîrê, bi îdîaya li ser medyaya civakî “Propagandeya rêxistinê kirin” hat binçavkirin. Kambal ê şeva xwe li midûryeta polîsan derbas kir, îro destê wî li pişt wî kelepçe kirin û anîn edliyê.  Hat diyar kir ku polîsan dema Kambal anîn edliyê, dijûn û heqaret lê kirin. Ji bo îfadeya Kanbal bigirin li edliyê disekine.