Li Gebzeyê serdegirtina malan: 20 HDP’yî binçav kirin 2018-02-09 12:21:09   KOCAELÎ – Polîsan li Kocaeliyê bi ser gelek malan de girt û 20 rêveber û endamên HDP’ê binçav kir.    Beriya 3’yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di 11’ê sibatê de li dar bixe li dijî rêveber û endamên wan pêla binçavkirinê dewam dike.  Polîsan li navçeya Gebze ya Kocaeliyê bi serê sibê bi ser gelek malan de girt. Piştî lêgerîna malan Hevserokên Rêxistina HDP’ê yên Gebze Damla Bagci û Mustafa Altunbaş jî di nav de 20 HDP’yî binçav kirin. Hînceta binçavkirina nehat hînbûn û hat zanîn ku 20 HDP’yî li Miduriyeta Polîsan a Kocaelî tên ragirtin.