Rojnameger Ozkan: Îktidarê ol xistiye xizmeta xwe 2018-02-09 12:02:44 ENQERE - Rojnameger û nivîskar Îslam Ozkan, bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê û diyar kir ku îktîdar ji bo polîtîkayên xwe rewa bike ol bikar tîne û wiha got: "Ev nîşan dide ku îktîdar lawaz bûye. Ji bo girseyê seferber bike ji olê sûd digire."  Rojnameger û nivîskar Îslam Ozkan ê ku li Enstîtuya Zanistiyên Civakî ya Fakulteya Îlahiyetê ya Marmarayê li ser mijara "Felsefeya Siyaseta Gazzalî" lêkolîn dike diyar kir ku binçavkirina rêveberên Vakfa Furkan û operasyonên binçavkirin û girtinê wan dixe nava fikaran û wiha got: "Ev nîşan dide ku li Tirkiye hêj Kemalizm xelas nebûye. Îktîdara siyasî dualî nêzik dibe. Li aliyekî Kemalizmê li aliyê din ol diparêze. Ev nêzîkatiya dualî zerarê dide olê Îslamê.    Berê jî wekî operasyona li dijî Serokê sazumankar ê Vakfa Xizmet û Perwerdehiyê Alparslan Kuytul û Vakfa Furkanê pêk hatibû. Di diroka Îslamê de em rastî serdemên wisa hatin. Di serdema Abbasî, Emevî de ji olê sûd digirtin. Ji hêza ol a mobilizasyon û motivê sûd digirtin. Hasan Basrî û Îmam Gazalî navên sembol ên çalakiyên sivîl û berxwedanên pasîf in.    ‘NEBIN ALÎGIRÊ ZILMKARAN'   Ozkan, destnîşan kir ku kî dibe bila bibe kesên şaşiyan dike divê bên rexnekirin û wiha got: "Rexne dem di warê olî de û hem jî di warê mirovahiyê de rewa ye. Divê tişta rêveberên Vakfa Furkan kir wekî azadiya ramanê bê destgirtin. Dema mirov li Pirtûka pîroz Quranê binere pir zelal dibêje pêwiste li dijî zilmê rawestin. Pexemberê me (s.a.v.) jî dibêje ‘Yên li dijî zilm û neheqiyê bêdeng bin şeytanê bê ziman e '  Dîsa di ayetên din de dibêje ‘Teqez nebin alîgirê zilmkaran. Hûn jî dê bi agirê wan bişewitin."   'NAYÊ QEBÛL KIRIN KU OL BIKE AMÛRA OPERASYONAN'    Ozkan, bal kişand ser helwesta Dîyanetê ya li dijî operasyona Efrînê û wiha got: “Dibe ku hin kes piştgiriyê bidin operasyona Efrînê. Dibin ku hin kes li dijî wê derkevin. Lê divê ol nekin amûrê vê yekê. Ev yek qet nayê qebûlkirin. Xwendina salâ û sureya Fetihê ya li Mizgeftan qet nayê qebûlkirin. Li vir pir aşkere ol dikin amûra siyasetê.    ‘OL KIRINE SÎGORTA  ÎKTÎDARA XWE'    Ozkan, destnîşan kir ku divê ola îslamê li ser bingehê edalet, azadî û aştiyê pêş bikeve û wihagot: “Di dîrokê de Emevî, Abbasî û dewleta Osmaniyan dem dem ol kirine amûra îktidarê. Kirine sîgorta îktîdarê. Li dijî vê yekê Omer bin Abdulaziz, feraseta îslama dewletparêz a ji Muaviye dest pê kiriye rexne kiriye.    'DIVÊ WAREÎ NEBE AMÛRÊ SIYASETÊ'    Ozkan, herî dawî xwest ol qet nebe amûr û destikê îktîdar û siyasetan û wiha got: "Li welatên ku bi hişmendiya laikê xwe bi rêve dibin qet nayê qeûlkirin ku ol di xizmeta dewletê de be. Nayê qebûl kirin ku ol di xizmeta siyasetê de be."    MA / Selman Güzelyüz