Duh Hevserokê DBP'ê Arslan hat girtin îro ji bo binçavkirinê bi ser mala wî de girtin 2018-02-09 10:26:02   AMED – Polîsan bi ser mala Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan ku duh ji ber daxuyanî da çapemeniyê hat girtin de girtin û lêgerîn kirin. Hat zanîn ku di çarçoveya operasyona HDK'ê de der barê Aslande biryara binçavkirinê hatiye derxistin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, duh bi sedema ku der barê operasyona li dijî Efrînê daxuyanî da hat girtin. Arslan ê duh hat girtin, polîsan îro serê sibê bi ser mala wî ya li navçeya Peyasê ya Amedê de girtin. Polîsên ku bi armanca binçavkirinê bi ser mala Arslan de girtin nêzî 2 saet û 10 deqîqeyan lêgerîn kirin. Polîsan piştî mala Arslan belav kirin, 12 pirtûk desteser kirin. Hat diyar kirin ku der barê Arslan ê duh hat girtin de, di çarçoveya operasyona li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê tê meşanin ve biryara binçavkirinê hatiye girtin.