‘Ez dê ji bo Dîren li ber avahiyên AKP'ê rojiya mirinê bidomînim' 2018-02-09 10:00:10   STENBOL  - Girtî Dîren Coşkun a li Girtîgeha Hêjmar 2 a Tekîrdagê girtî ye, 16 rojin di greva birçîbûnê de ye. Aktîvîsta LGBTÎ Kivilcım Arat, bi armanca dengê Coşkun bilind bike di greva birçîbûnê de ye, armanc dike êdî li be avahiyên AKP'ê çalakiyan pêk bîne.    Aktivîsta Keskasor a LGBT'ê Dîren Coşkun a li Girtîgeha Hêjmar 2 a Tekîrdagê girtî ye, bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" ji tebaxa 2017'an heta niha girtî ye. Coşkun, ji ber li girtîgehê rastî binpêkirina mafan tê û nayê dermankirin, ji bo parastina mafên xwe 16 rojin di greva birçîbûnê de ye.    Rêvebera Komeleya Piştevaniya LGBTÎ ya Stenbolê û Berdevka  Tevgera Jinên Demokratik (DKH) Kivilcim Arat, bi armanca piştevanî û piştgiriya Coşkun, 4 rojin li mala xwe dest bi rojiya mirinê kiriye. Kivilcim Arat a bi armanca dengê Coşkun bilind bike di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku ger dengê wê neyê bihîstin û daxwazên Coşkun pêk neyê dê li ber avahiyên navçe û bajaran ên AKP'ê çalakiya rojiya mirinê berdewam bike. Arat, anî ziman ku ji bo bibe dengê Coşkun dest bi rojiya mirinê kiriye û wiha got: "Bi salane em têkoşîna parastina mafên mirovan dikin. Em wekî parazvanên mafên mirovan nikarin çavê xwe ji mirina van mirovan re bigirin. Min berpirsiyariya xwe ya wicdanî anî cih. Kengî çalakiya Diren serkeftî bi encam bû ez jî dê dawî li çalakiya xwe bînim.    PRZ. KESKÎN: BI BIRYAR E   Parêzera  Coşkun û parazvana mafên mirovan Eren Keskin ku Coşkun ziyaret kir, diyar kir ku Coşkun di bin tecridê de tê girtin û wiha got: "Mafê Coşkun ê ziyareta vekirî û mafê wê yê dermankirinê tê astengkirin. Ji ber vê yekê dest bi rojiya mirinê kiriye."   Keskîn xwest demek berî demekê daxwazên Coşkun pêk bên û wekî komisyona ÎHD'ê dê ji nêzîk ve bişopînin.