Parlementerên Şirnexê yên HDP'ê: Birîna roboskiyan kûrtir kirin 2018-02-09 09:21:51 ŞIRNEX – Parlementerên Şirnexê bertek nîşanî betalkirina wekîltiya Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu dan û wiha gotin: "Birîna malbatên roboskiyî kûrttir kirin. Li Şirnexê beramberiya polîtîkayên bi vî rengî tune ye."  Parlementerên Şirnexê bertek nîşanî betalkirina wekîltiya Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu dan. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmez balê kişandin ser rola Encu ya di têkoşîna edaletê ya roboskiyiyan û destnîşan kirin ku bi vê biryarê hatiye xwestin ku vîna bajêr bê tasfiyekirin. Wekîl Aycan Îrmez wiha got: "Encu çav û guhê Roboskiyê bû. Dema Encu li Meclîsê bû, 34 kesên hatin qetilkirin tim li ber wan bûn. Ji ber vê li hemberî Encu muameleyeke 'taybet' hebû û ev bi awayekî aşkere bû."    ‘DIVIYA KESÊN KOMKUJÎ PÊK ANÎN BÊN DARIZANDIN...'    Îrmez, destnîşan kir ku bi vê biryarê careke din cezakirina malbatên Roboskiyê hatiye xwestin û wiha got: "Diviya kesên komkujî pêk anîn bihatanan darizandin û girtin, niha Encu di girtîgehê de ye." Îrmez got bi vî awayî birîna malbatên Roboskiyê kûrtir bûye û di heman demê de ev biryara li dijî vîna 6 milyon kesên deng dane HDP'ê ye. Îrmez ev tişt gotin: "Armanc jibîrkirina Roboskiyê ye, jibîrkirina 34 kesên hatin qetilkirin û li Meclîsê nexwestina wêneyekî wisa ye. Em ê jî, malbat jî wê şopdarê Roboskiyê bin."    'LI ŞIRNEXÊ BERAMBERIYA POLÎTÎKAYEKE WISA TUNE YE'    Parlementer Leyla Birlik jî destnîşan kir ku biryara hatiye dayîn li dijî siyaseta kurd û destkeftiyên kurda ye û bi vî awayî êrîşên li dijî vîna gelê kurd didomin. Bîrlîk bi lêv kir ku di heman demê de di dema qedexeyên derketina kolanan ên li herêmê hatin îlankirin de Encu rasterast şahidê wê demê bû û ji ber vê der barê wî de biryareke wisa hatiye dayîn û wiha got: "Hîn hesabê komkujiya Roboskiyê nehatiye dayîn. Ji ber vê biryareke wisa tê wateya careke din cezakirina roboskiyan." Bîrlîk destnîşan kir ku ev biryar jî amadekariyên hilbijartineke pêşwext a gengaz e û wiha got: "Jixwe ev gel wekîlên xwe hilbijartiye. Ev ne tiştekî ku dê bi darê zorê pêk bê. Kîjan AKP'î li Şirnexê dikare bi gel re biaxive. Bi hêza hêzên dewletê qeyûm danîn ser şaredariyê. Lê belê wê di hilbijartinên sibê de jî derfeteke wan a wisa çê nebe. Wê ev gel van polîtîkayan li valahiyê derxîne."