Wê nûçegihanê me Kanbal sibê sewqî edliyeyê bê kirin 2018-02-08 18:49:55   ÎZMÎR - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Manîsayê de, nûçegîhanê me yê Îzmîrê Ahmet Kanbal ê hat binçavkirin wê sibê sewqî edliyeyê bê kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Manîsayê de, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" nûçegîhanê me yê Îzmîrê Ahmet Kanbal binçav kirin. Duh Miduriyeta Polîsan a navçeya Hatayê ya Îzmîrê bang li nûçegîhanê me Kanbal kir û bi îdiaya ku "Propagandaya rêxistinê kiriye" û divê îfadeya wî bê girtin. Kanbal ji bo îfadeyê bide çû Miduriyeta Polîsan a Navçeyê, lê belê polîsan ew binçav kirin. Piştî venêrîna tenduristiyê Kanbal anîn edliyeyê, lê belê bêyî îfadeya wî bê girtin wî ji Edliyeya îzmîrê dîsa birin Mduuriyeta Polîsan a Hatayê. Hat diyarkirin ku wê Kanbal sibê sewqî edliyeyê bê kirin.