Serlêdana Akat Ata, Uysal û Yureklî hat redkirin 2018-02-08 16:45:52 STENBOL – Serlêdana daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve cara 729’an hat redkirin.  Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Ayla Akat Ata, Newroz Uysal û Cengîz Yureklî bi boneya sibê bi miwekîlê xwe re hevditin bikin serî li Serozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serozgeriyê bersivê da serlêdanê û daxwaza parêzeran red kir.    Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve ev bû cara 729’an serlêdana daxwaza hevdîtinê ya parêzeran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî tê tamîrkirin” û “Rewşa Awarte” tê astengkirin.