Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Dîlokê: Em ê bêdeng nebin 2018-02-08 16:34:52 DÎLOK – Hevserokê DBP’a Dîlokê Abdullah Înce bertek nîşanî binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP’ê û daxistina wekîliya Ferhat Encû da û got ku gel û partiyên wan ên aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin dê bêdeng nebin.  Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Dîlokê binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan û daxistina wekîliya Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encû bi civînek çapemeniyê ya hevpar şermezar kirin. Civîn li avahiya DBP’ê pêk hat û rêveberên HDP-DBP’ê yên bajêr û navçeyan, rêveberên EMEP û SKYP, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdar bûn. Hevserokê DBP’a Dîlokê Abdullah Înce di civînê de axivî û got: “Bi boneya Arslan, tişta desthilatdarî dixwaze naaxive hat binçavkirin. Vê tişta tê kirin pir vekirî, bêdengkirina muxalefetê ye.”    ‘YÊN LI DIJÎ ŞER DERDIKEVIN TÊN BÊDENGKIRIN’    Înce destnîşan kir ku dij derketina şer wezîfeya mirovahiyê ye û got: “Hevserokên me ne şer, ji bo aştiyê dixwazin, ne rejîma dikta û demokrasiyê, ne ji hev veqetandinê û jiyana bi hev re diparêzin hatine binçavkirin û girtin. Yên li dijî şer dikevin tên bêdengkirin. Xistina wekîliya Ferhat Encû bi dengên AKP’ê û MHP’ê hat xistin. Armanca AKP’ê û MHP’ê ew e ku partiyên me li dijî desthilatdariyê muxalefetê dikin bînin asta nikaribin bixebitin. Çi dikin bila bikin lê dê nikaribin qêrîna aştî, demokrasî û azadiyê bêdeng bikin. Em ê bêdeng nebin û dev ji daxwazên xwe bernedin.”