Prof. Akdenîz: Dixwazin hemû dengên muxalîf qût bikin 2018-02-08 16:22:07 STENBOL - Hiqûqnasê Zanistê Prof. Dr. Yaman Akdenîz, diyar kir ku bi qanûna torbe ya pêşkêşî Meclîsê kir re, dixwazin erka mudaxile kirina kanalên weşanê û înternetê bidin RTUK’ê û wiha got: “Bi vê sererastkirinê re dixwazin hemû dengên muxalîf qût bikin.” Di çarçoveya OHAL’ê de gelek ajansên nûçeyan, radyo, rojname û Kanalên TV’î yên muxalîf hatin girtin. Niha jî Hikûmeta AKP’ê bi qanûna torbe ya pêşkêşî Meclîsê kir re, dixwaze erka mudaxilekirina  kanalên weşanan û înternetê bide RTUK’ê.  Gava ku qanûna torbeyê hat qebûlkirin, ji bo girtina lisansa weşanên dimen û dengan dê êdî bi zehmet bibe û pêkanîna cezayê pere bixin pratîkê.   Erkdarê  Mamosteyê Fakulteya Hiqûqî ya Zanîngeha Zanistê Prof. Dr. Yaman Akdenîz, diyar kir ku bi sererast kirina qanûna amadekirin, dixwazin hemû dengên muxalîf qût bikin. Akdenîz, anî ziman ku hikûmet ji înternetê ditirse û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi van hemleyan hewl dide mekanîzmanên kontrole ava bike. Gava em li Wezareta Karê Derve mêze dikin, bi sedan hesabên medyaya civakî girtine û lêpirsîn derbarê wan de dane destpê kirin. Bi van zextan dixwazin welatiyan bixin bin kontrola xwe.”   ‘AZADIYA ÇAPEMENIYÊ SANDÛR DIKIN’   Nûçegihana Kanala Nûçeyan a Ozguruz a li ser înternetê weşanê dike Zubeyde Sari jî, diyar kir ku bi qanûna ku hewl didin derbixin, dixwazin azadiya çapemeniyê sansûr bikin û wiha got: “Dixwazin mafê gel ê agahî girtinê ji destê wê bigirin. Azadiya çapemeniyê dê bi vê qanûnê re ji holê rabikin.”