Yildirim: Desthilatdarî dê di 11’ê Sibatê de bixape 2018-02-08 15:43:13 MÊRSÎN - Parlamenterê HDP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim xwest rêveberên wan ên li Mêrsînê hatin binçavkirin bên berdan û wiha got: “Tişta ku desthilatdariyê nekarî li Efrînê bike, dixwaze li HDP’ê bike. Ji ber vê yekê hevalên me yên delege binçavkirin. Lê AKP dê di 11’ê Sibatê de bixape.”  Li Mêrsînê, di çarçoveya 3’yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP’ê ku dê di 11’ê Sibatê li Salona Sporê ya Arenaya Enqerê pêk de, civînên gel hatin lidarxistin. Di civînên gel ên navçeyên Mezîtlî û Yenîşehîrê de Parlamenterê HDP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim axivî û bang tevlîbûna kongreyê li gel kir.    Yildirim, diyar kir ku Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Fatmagul Demîrtag, Hevserokê HDP’ê ya Mezîtlî Murat Kamal û 3 rêveberên me yên HDP’ê hatin  binçavkirin û wiha got: “Em dixwazin demildest rêveberên partiya me berdin. Tişta ku desthilatdariyê nekarî li Efrînê bike, dixwaze li HDP’ê bike. Ji ber vê yekê hevalên me yên delege binçavkirin, lê AKP dê di 11’ê Sibatê de bixape. Em ê li salona mezin a Enqerê kongreyeke bi heybet lidar bixin. Em ê cardin nîşan bidin ku em li dijî şer aştiyê diparêzin.” .