Xwestin kesên di bin çavan de serbest bên berdan 2018-02-08 15:33:42 ÎZMÎR - Endamên KESK'ê yên li Îzmîrê xwestin endama MYK'ê Elîf Çuhadar û kesên bi wê re hatin binçavkirin serbest bên berdan. Platforma Şaxên Îzmîrê yên Konfederasyona Sendîkaya Kekdarên Cemaweriyê (KESK), bal kişand ser kesên li Îzmîrê bi fermanda Serdozgerê Komarê yê Îzmîrê hatin binçavkirin, xwest serbest bên berdan. Hat diyarkirin ku di çarçoveya şahiyên di navbera 2012-2014'an de der barê 97 kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya KESK'ê Elîf Çuhadar jî di nav de 42 kes hatine binçavkirin. Endam û rêveberên KESK'ê li ber avahiya Serokomariyê ya li Konakê li hev kom bûn û saziyên sivîl jî piştgirî dan çalakiya wan.   Endamên KESK'ê pankarta "Ji niheqî û bêmafiyê re bes e! Endama Lijneya Rêveberiya KESK'ê Elîf Çuhadar demil dest serbest berdin" vekirin û dirûşm berz kirin. Serokê Şaxa Tarim Orkam Sena Îzmîrê Çagdaş Topal daxuyanî xwend û ev tişt got: "KESK'a ku aştî xwest dê neyê darizandin, KESK'a demokrasî xwest dê neyê darizandin. Hevala Elîf rûmeta me ye. Demil dest serbest berdin û van binçavkirinên dijî hiqûqê bi dawî bikin."