Gaziya Pirsûsê vegot, bersûcê doza Pirsûsê xwe ker kir 2018-02-08 14:32:55 RIHA – Gaziya girtî ya komkujiya Pirsûsê Başak Baydar di doza Pirsûsê de axivî, dema behsa teqîn û kesên tiliya wan di bûyerê de heyî dikir, bersûc Yakup Şahîn da zanîn ku ewê neaxive. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li ber Navenda Çanda Amarayê endamê DAIŞ'ê xwe teqandibû û di bûyerê de 33 kesan jiyana xwe ji dest da. 4'emîn danişîna dozê li Kampusa Girtîgeha Tîpa T dewam dike.   YEK BERSÛC EW JÎ BÊDENG E   Tekane bersûcê dozê Komujiya Enqereyê yê girtî Yakup Şahîn, bi rêya SEGBÎS'ê tev li dozê bû û nexwest biaxive û xwe bêdeng kir. Parêzerê muştekîl Kazim Bayraktar xwest pirsê jê bike, Şahîn, got ku "Bila qet xwe newestîne, ezê bi bêdengiyê bersivê bidimê."   Bayraktar wêne jî pêşkêşî dadgehê kir, xwest Şahîn bînin dadgehê û wêneyan nîşanê wî bikin.   'EZ JI WE EDALETÊ HÊVÎ NAKIM'   Îlke Başak Baydar a gaziya komkuijya Pirsûsê ye û li Girtîgeha Tîpa T a Hîlvanê girtî ye, li dadgehê behsakomkujiyê kir. Baydar 33 kesên li gel wê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û ev tişt got: "Di dozê de tenê kesê bê darizandin ne ew kesê bi SEGBÎS'ê tev li dozê bûyî ye, kesên gaz avêtin me, serokweîr û serokomarê wê demê jî bila bên darizandin. Ez ji dadgeha we edaletê hêvî nakim, dê baweriya min a azadî û edaletê tune neke."   Danişîna dozê bi beyanên muştekîlan dewam dike