Akademisyenên Aştiyê derketin pêşberî dadger 2018-02-08 14:14:23 STENBOL - Akademîsyenên ku danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û doz li wan hatiye vekirin derketin pêşberî dadger.  Danişîna doza akademîsyenên aştiyê yên li dijî operasyon û qedexeyên derketina derve yên li ser navçeyên Sûr, Cizîr, Silopî û Nisêbînê bertek û nerazibûnên xwe anîn ziman û deklerasyona aştiyê ya "Em nabin şirîkê vî sûcî îmze kirin û doz lmi wan hat vekirin, derketin pêşberî dadger.  2'emîn danişîna doza 3 hîndekarên zanîngeha Stenbolê û yek hîndekarê Zanîngeha Galatasarayê li 33'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin.    Ewil Hîndekara zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Hulya Kirmanoglu, derket pêşberî dadger. Kirmanoglu û parêzerên xwe bi hevre derketin pêşberî dadger. Kirmanoglu, parastin kir û diyar kir ku sucdariyên der barê wê de ne rast in û wiha got: "Me bi vê danezanê bang li rayedarên ku dewletê bi rêve dibin kir ku ewlehiya aştiyê bigirin. Ez beraeta xwe dixwazim."    Parêzer Aynur Tuncel Yazgan jî xwest dosya Kirmanoglu, bi dosya hêjmar 2016/65'an a li 13'emîn dadgeha Cezayên Giran tê dîtin re bikin yek. Dozger jî daxwaza beraete red kir û daxwaza ku dosyayan bikin yek jî ji inîsiyatifa dadgehê re hişt. Serokê dadgehê jî ji bo parastina pêvek dem da û doz taloqî 19'ê Hezîranê kir. Hîndekara Zanîngeha Galatasarayê Gozde Aytemur Nufusçu jî bi parêzerê xwe re tev li danişînê bû û parastin kir û wiha got: "Ez civaknas im û min nû dest bi karê akademîk kiriye. Ez li ser edalet û hiqûqa civakî lêkolîn dikim. Ez di teza doktora xwe de li ser guhertina zagonê ya bandora li ser hiqûqê lêkokin dikim. Bi heviya ku ez bi we hekîm û dozgeran re di platformên cuda de niqaş bikim, lê niha mixabin ez li salonê dadgehê bi were niqaş dikim. Ez îro li vir bi sucdariya ‘propaganda rêxistina terorê' têm darizandin. Ji ber ku ez bawer dikim ku şertên min ê ez karibim xwe îfade bikim hatiye sînorkirin û astengkirin, li şûna parastinê ez dixwazim sedema navê min di vê danezanê de cih girtiye û bûye sedema darizandinê ji were bêjim.    Dozger mijara hiqaşê kiriye mijara îdîanameyê û wekî “mijara propaganda" bi nav kiriye. Ji ber xebata min û meraqa min, min li ser vê qadê dest bi lêklînê kir û min xwest hiquq û civakîbûnê lêkolîn bikim. Hiqûqnas, jiaynê li ser pîvan û rêgezên hiqûq û edaletê digirin dest. Civaknas jî jiyanê hewl didin bêedaletî û bê hiqûqiyê ronî bikin. Yanî hiqûqnas li edaletê digerin û civaknas jî li qadên ku edalet lê hatiye windakirin temaşe dikin.'     MIN WEKÎ BÊ ÇARETIYÊ HÎS KIR   Nufusçu, anî ziman ku wekî welatiyekî Danezana Aştiyê ya hat weşandin, ji ber ku wê demê sivîl dihatin kuştin û nûçeyê mirina welatiyan li ser hev dihatin,  bi armanc û heviya ku dîsa pêvajoya aştî û muzakereyan têkeve meriyetê dawî li tundiyê bê girt dest. Min wekî welatiyekî li hemberî vê rewşê hîsa bêçaretiya civakê dît. Hek wekî mirovekî û hem jî wekî civaknasekî ez neçarî zorê li şertê aştiya civakî kirim. Min bawer kir ku ev danezan dê dîsa rê li pêş niqaşa diyalog û muzakereyan veke. Min ev hevî kir.    Dozger xwest ji bo parastinê dem bê dayîn. Heyeta dadgehê jî xwest mijarên eleqeyî dosyaya li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran bê xwestin û doz taloqî 19'ê hezîranê kir.