Li Êlihê xebatên amadekariya kongreya HDP’ê temam bûn 2018-02-08 13:53:37 ÊLIH – Rêxistina HDP’ê ya Êlihê ji bo kongreya giştî ya partiya xwe amadekariyên xwe temam kir. HDP’a Êlihê, diyar kir ku dê ji Êlihê bi hezarî kesî beşdarî kongreyê bibin.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê xebatên xwe yên ji bo amadekariya kongreya partiya xwe ya giştî temam kir. Li avahiya HDP’a Êlihê ji bo kongreyê civîna çapemeniyê li dar xist û banga beşdariya kongreyê kir. Alîkarê Hevserokên HDP’a Êlihê Îkram Îrgî di civînê de axivî û got: “Hedefa me ya beşdariya kongreya me ya giştî 500 kes bû. Lê li gorî serlêdanên ji me re hatine derketiye du qatê vê hejmarê. Keda hemû hevalên me yên xebat dan meşandin sax be. Ev xebat jî dide nîşandan li gel hemû binçavkirin, girtin û zextên jî partiya me li ser piya ye û xebatên xwe dide meşandin.”    Hevseroka HDP’a Êlihê Bêrîvan Helen Işik jî destnîşan kir ku hemû xebatên wan ên amadekariyê temam bûne û wiha got: “Hemû wesayîtên dê girseyê veguhezîne kongreyê amade ne. Em ê hemû endam û girseya me ku dê biçe kongreyê agahdar bikin. Xebatên me bi serkeftî temam bûn.”