Meleyê di kursa Quranê de îstismarî kir, 25 sal ceza li birîn 2018-02-08 13:23:54 AMED - Li Bismilê mele Y.O. yê tecawizê zaroka 12 salî kir, 25 sal ceza lê birîn. Dadgehê di ceza de daxistin nekir. Meleyê li Mizgefta Îhlasê ya navçeya Bismilê ya Amedê kursa Quranê dida zarokan, beyî ku rayeya wî hebe li mizgeftê kurs dida zaroka û tecawizê zaroka 12 salî H.Î. kir. Doza der barê Y.O. de hat vekirin, ji 16 salan heta 32 salan ceza ji bo Y.O. hat xwestin. Doza biryarê hat dîtin. Danişîna dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran dest pê kir, Y.O., parêzerê zaroka mexdûr û parêzerê bersûc li dadgehê amade bûn. Dozgerê dozê biryara xwe ya esasî da û aşker kir ku Y.O. ji mexdûr H.Î. re "Peyam şandiye û êrîşa zayendî pêk aniye" û bi hinceta xwarin xwarinê H.Î. biriye malê û "Kesayetî ji mafê azadiyê bê par hiştiye" sûcdar dît. Dozger xwest Y.O. ji 8 salan heta 19 salan ceza bê cezakirin.   Y.O. dijberî biryara dadgehê parastina xwe kir û sûcdariyên der barê xwe de qebûl nekir û beraeta xwe xwest. Dozger bi sûcdariya "Peyam şandiye û êrîşa zayendî pêk aniye" û bi hinceta xwarin xwarinê H.Î. biriye malê û "Kesayetî ji mafê azadiyê bê par hiştiye" Y.O. sûcdar dît û 25 sal ceza li Y.O. birî.    ÇI QEWIMÎ BÛ?   Y.O. yê li navçeya Bismilê kursa Quranê dida, tecawizê 5 zarokan kiribû û piştî agahiyên êrîşa zayendî di çapemeniyê de derketibû, Y.O. hatibû girtin.