Çapemeniya hemû gotinên Erdogan dike manşet ziyareta Vatikan nedît 2018-02-08 12:41:14 ENQERE - Çapemeniya nêzî AKP'ê ku ji 7'ê Heziranê heta niha ji kurdan heta hemû kesên muxalif wekî “Îtîfaqa Xaçliyan" nişan dide û hemû tevger û gotinên Erdogan dike manşet, vê carê ziyareta Erdogan a Vatikan nedît.  Li Tirkiye piştî 59 salan di asta serokomariyê de yekem car Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Edogan, di cîhana Katolik de bi Rêberê Ruhahiyan Papa re li Vatikanê hevditin kir. Hat diyar kirin ku hevditin li ser mijara ku Trump Quds kir paytextê Îsrailê hevdîtin kiriye û mijara Efrînê jî axivîye. Hat zanîn ku Erdogan ji bo operasyona Efrinê ji Papa Franciscus xwestiye ku duha bike.    ZIYERATA ERDOGAN A VATÎKANÊ    Erdogan, di hevdîtina bi Papa de parast ku li ser navê 1 milyar 200 milyon kesan axivi ye û hevdîtin ji bo du aliyan serkeftî bi encam bûye. Çapemeniya AKP'ê ku hemû axaftin û ziyaretên Erdogan di rojên din de dikirin manşetên rojnameyên xwe vê carê ziyaret û axaftina Erdogan ji nedîtinê hat.    MECBURÎ VÊ CARÊ DI JÊRMANŞETAN DE DÎTIN   Rojnameyên Akşam, Star, Yeni Şafak, Yenî Akit, Turkiye, Guneş, Takvim ên berê hemû gotin û tevgera Erdogan dikirin manşet vê carê tenê di jêrmanşetê de dîtin. Tenê rojnameya Sabahê Erdogan kir manşet. Hemû rojnameyan ziyareta Erdogan a Vatikanê wekî “Zîrweya Qudsê" pênase kir.    Rojnameya Starê beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê di 6'ê Hezîrana 2015'an bi manşeta “Îtîfaqa Xaçliyan" hatibû weşandin, lê rojnameyê ziyareta Erdogan nedît.    Medya AKP'ê heta niha gelek der û dorên din bi sucdariya “Hevkariya Vatikan dike" tawanbar kiribû û kiribû manşetên xwe.    ERDOGAN: ÇI KARÊTE LI VATİKANÊ HEYE   Erdogan beriya referanduma 16'ê Nîsanê di 26'ê Adara 2017'an de li Sancaktepe axivî bû welatên Yekîtiya Ewropa yên piranî Xirîstiyan in ji ber ziyareta bi Vatikan re rexne kiribû. Erdogan gotibû "Xêr e hûn çima li Vatikanê hatin cem hev? Papa ji kengî de bû endamê YE'yê? Dawiya dawî Îtîfaqa Xaçliyan xwe nîşan da. Ev çawa tişt e."    MA / Kenan Kırkaya