Girtiyê nexweşîna dil nayê dermankirin 2018-02-08 10:51:31 RIHA – Kasim Karataş ê li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtî ye 2 sal berê niha ji dilê xwe emeliyat bû. Xizmên Karataş gotin ku dermankirina wî her tim tê astengkirin û rewşa bi xeter e.  Kasim Karataş (55) li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtî ye. 26 sal e Karataş girtî ye. Karataş 2 sal berê niha ji dilê xwe emeliyata vekirî bû. Li gel Karataş emeliyat bû jî dermankirina wî tê astengkirin. Xizmên Karataş dan zanîn ku ew ji rewşa wî ya jiyanî bi xetere ne û banga hestiyariyê kirin.    Keça Karataş Gulîstan Karataş diyar kir ku ew bi darê zorê derketine derveyî welat û ji ber dûr e nikare ji nêz ve bi pirsgirêkên tenduristiya bavê xwe re eleqedar bibe. Karataş anî ziman ku şert û mercên girtîgehê ne li gorî rewşa bavê wê ne û ev şertên girtîgehê hin bêtir rewşa bavê wê girantir dike.    ‘HÊJ 5 SAL MAYE KU DERBIKEVE’    Karataş bal kişand ser şertên girtîgehê û wiha got: “Bi bavê min re hem nexweşîna dil heye û hem jî xwîn çûye ser mîdeya wî. Em nexweşxaneyê deynin aliyekî, li revîra girtîgehê jî pê re eleqedar nabin. Lê nexweşîna dil û mîde divê her tim dermankirin û kontrola wan pêk bê. Ji bo van nexweşînan divê bi rêk û pêk xweyîkirina wî bibe. Lazim e hewa paqij bigire. Lê ji bo kontrola wî bi mehan dem didin. Em ji bo bavê min bi xetere ne. Divê demek zûtirîn ji girtîgehê derbikeve û li nexweşxaneyê dermankirina wî pêk bê. Hêj 5 sal maye ku cezayê wî xelas bibe. Ev dem ji bo nexweşîna wî demek dirêj e.”    'DI BIN GEFA MIRINÊ DE DIJÎ’    Macîde Erkmen a ku diçe hevdîtina Karataş jî mirina girtiyê nexweş Celal Şeker a hefteyek berê bibîr xist û got: “Xweserên girtiyên nexweş pişt guh dikin. Li Girtîgeha Rihayê gelek girtiyên nexweş hene. Kasim Karataş jî yek ji wan e. Li Girtîgehê dermankirina wî nayê kirin. Li revîra girtîgehê jî li ser piya dermankirina wî dikin. Di bin gefa mirinê de dijî.”    Erkmen ji bo girtiyên nexweş banga hestiyariyê kir û xwest beriya cenaze ji girtîgehan derbikeve tiştek bê kirin.