Welatiyên li ser sînor bi mirinê re rû bi rû ne 2018-02-08 10:06:00 HATAY - Ji ber êrîşên li dijî Efrînê welatiyên Hatayê yên li ser sînor gelekî bi fikar in, ji ber qanûn û pêkanînên dewletê ji canê xwe bêzar bûne. Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayên wê ji 20'ê Çileyê vir ve êrîşê Efrînê dikin, tevgera li ser sînor dewam dike. Waliyên Kîlîs û Hatayê ji bo pevçûn û windahiyên li herêmê veşêrin, tevahiya sînr wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" îlan kirin û kes nema dikare bikeve herêmê û ji herêmê agahiyan bigire.   WELATÎ NIKARIN BIÇIN GUNDÊN XWE   Tevahiya sînorê Sûriyeyê wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" îlan kirin, bi taybetî nahêlin rojnameger û welatî derbasî herêmê bibin, ji ber van zext û qedexeyan welatiyên herêmê gelekî tengezarin.   Welatiyên li herêmê di kar û xebatê xwe de ye, di ketina gundên wan de noqteyên leşkerî danîne û bi saetan di lêgerînê re derbas dikin. Piştî lêgerînê welatî an derbasî navçeyê, an jî derbasî gundan dibin. Welatiyên ji gundên  Yalangoz, Încîrlî, Camuzkişlasi, Demîrkonak, Gultepe, Sucu, Kamberlî, Adalar û Kaletepeyê, aşkera kirin ku ew di noqteyên leşerî bi saetan tên rawestandin, piştî lêpirsînê serbest tên berdan.   Welatiyê ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bêje, zehmetiyên ku leşker ji wan re derdixin wiha vegot: "Em ji Kirikhanê diçûn gund. Dema em bi mînîbûsê diçûn gund, li ser rêya gund noqteyên leşkerî danîne. Leşkeran saetekê em di lêpirsînê de hiştin. Li gel min pîreke 70 salî hebû. Ji ber ku pîre jinê nasnameya xwe li malê hiştibû, leşkeran gotin 'Tu bi kuve diçî. Çi karê te heye' pirs ji wê dikirin. Pîre jinê reben nizanibû dê çi bêje. Çûyîna gund nîv set be, em saet û nîvekê li noqteya leşkerî hatin rawestandin."   SEWQIYATA LEŞKERÎ DEWAM DIKE   Xeta sînor a welatî gelek zehmetiyan dikişînin, ji hêlekê ve bi TIR'an maşîneyên zirxî û çek tên şandin. Welatiyan aşkera kir ku ji ber êrîşên top û bombeyan, zarokên nikarin razên. Li herêmê qet dengê ambulansan naqede û di nav tevgerê de ne. Li gorî agahiyan, bi taybetî mirî û birîndarên ku dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikhanê, nîşanî kesî nakin.   Dîsa ji bo bijîşkên li Hatay û Kîlîsê, fermana "Her kêlî di amadekariyê de bin" hat şandin û ji bo mudaxaleyên lezgîn wan di tevgerê de dihêlin.   ‘LI REYHANLIYÊ ARAMÎ NEHIŞTIN’   Li Kirikhan û ser sînor ev rewş diqewime, di nava rojê de rokêt li Reyhanliyê dikevin û tu ewlehiya welatiyên Reyhanliyê tune.   Roketên li navçeyê dikevin, ne pêkan e ji aliyê sînor ê walê bên, di demên dawî de hin bûyerên bi fikar xwe didin der û ev jî fikarên welatiyên li ser sînor zêde dike. Her çendî rayedarên dewletê bêjin roket ji aliyê Rojava tên jî tu kes ji vê yekê bawer nake. Welatiyên li herêmê bertek nîşanê êrîşan dan û ev tişt gotin: "Ji ber ku cihekî ku em biçinê tune, em neçarin li vir bijîn. Tenê daxwazeke me heye divê rayedar vî şerî rawestînin."   Welatiyên herêmê aşkera kirin ku AKP ji bo berjewendiyên xwe jiyana mirovan dixe xetereyê û ev tişt parvekirin: "AKP bi gotinên wekî 'Em ji bo ewlehiya sînorê xwe operasyonê pêk tînin.' Lê heke hikumetê ev şer nedadestpêkirin, ji xwe sînor bi ewle bû. Berdin ewlehiya sînor, ewlehiya gelê Reyhanliyê tune. Her roj di nava tirs û xofê de dijîn."