Gelo di saetên ceyranê de cîhazê guhdardkirinê heye? 2018-02-08 09:12:30 COLEMÊRG - Li Geverê, VEDAŞ'a ku pirsgirêka ceryanê çareser nake tevî bi dehan wesayîtên zirxî û bi sedan polîsî saetên ceryanê bi dîregan ve vekirin. Her wiha şêniyên navçeyê jî îdia dikin ku kamerayên nepen û amûrên guhdarkirinê di hundurê saetan de hatine bicihkirin.  Li Gevera Colemêrgê, êdî gel ji ber pirsgirêka ceryanê bêzar bûye. Şîrketa Anonîm a Ceryanê ya Vangoluyê (VEDAŞ) ku pirsgirêka ceryan ya navçeyê çareser nake, bi îdiaya "ceryana qaçax" tê bikaranîn, vê carê piştî Wanê jimêrkerên ceryanê yên Geverê jî bi dîregan vekir. Herî zêde li taxên Orman, Gungor, Cûmhûriyet, Kişla, Yenîmahalle, Esentepe, Yeşîldere û Esenyûrtê yên navçeyê ceryan diçe û ev pirsgirêk niha sîrayetî navenda navçeyê jî kiriye. Ji ber çûyîna ceryanê bandoreke neyînî li jiyana esnaf û welatiyên navçeyê dike. Ceryan pirî caran qels e û ev yek dibe sedema ku amûrên elektronîk neyên bikaranîn û her wiha terefo jî yeko yeko diteqin. Bi taybetî jî ceryan danê êvarî 5 deqîqeyan carekê diçe û tê û ji ber vê esnaf nikarin tu karî bikin.    BI JENERATORAN ÎDARE DIKIN    Li Kolana Cengîz Topel a navçeyê ku kolana herî zêde çûnhatin lê heye, ceryan eziyet e. Ji ber vê esnaf ji mecbûrî jeneratorê bi kar tînin û ji ber buhayê sotemeniyê zêde ye nikarin di ber re bigihên. Têkildarî vê rewşê gelek caran esnaf li TEDAŞ'ê digerin lê belê bersiveke têrker ji bo wan nayê dayîn. Her wiha esnafan diyar kir ku di warê bikaranîna "ceryana qaçax" de navçeya wan li Tirkiyeyê ne di rêza 10'an de ye.    ÎDIAYA DI HUNDURÊ SAETAN DE KAMERAYA NEPEN HEYE!    Piştî hemû saetên ceryanê bi dîregan hatin daliqandin, ji ber şewatên çê dibin êdî saet nayên bikaranîn. Her wiha pereyên saetan jî ji welatiyan tê stendin. Şêniyên navçeyê dixwazin saetên ceryanê yên tevî bi dehan wesayîtên zirxî û bi sedan polîsî bi dîregan hatin daliqandin bên rakirin û her wiha îdiakirin ku di hundurê saetan de amûrên guhdarkirinê û kamera hatine bicihkirin.