TJA xwest dayika aştiyê Yalçin bê berdan 2018-02-07 16:50:28   ÎZMÎR - TJA û Meclîsa Dayikên Aştiyê daxuyanî dan û xwestin endama Meclîsa Aştiyê Behiye Yalçin a 64 salî serbest bê berdan.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmirê, binçavkirina endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin a 64 salî şermezar kirin û xwestin Yalniç serbest bê berdan. Meclisa Dayikên Aştiyê û TJA li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Îzmirê daxuyanî da û xwest Yalçin, bi lezgîn bê berdan. Li salonê pankarta “Bila dayika Aştiyê Behiye Yalçin û hemû jinên girtî bên berdan." Dayikan û endamên TJA'ê li pêş pankartê daxuyanî dan. Li ser navê TJA'yê Turkan Poyraz daxuyanî da. Aslan, anî ziman ku operasyona li ser civakê bi hemû hêza xwe berdewam dike û wiha got: "Îro disa di serdegirtina malan de kesên edalet, aştî û azadiyê diparêze û dixwazin tên binçavkirin. Îktîdar bêtir êrîşî destkeftiyên jinan dikin. Poyraz, anî ziman ku jin di têkoşina wekhevî û azadiyê de bi afirînerî û wêrekî ewlehiya aştî û demokrasiyê ye."    Poyraz, destnîşan kir ku ew binçavkirina dayikên aştiyê qebûl nakin û wiha got: "Li welatê me dayikên aştiyê ji bo aştiyek bi rûmet û mayinde ketine rê. Ji bo şer bi dawî bibe ketine rê. Ji dayikên me yên aştiyê Behiye Yalçin a 64 salî bi awayekî li dijî hiqûqê hatiye binçavkirin. Em dixwazin Yalçin demek berî demekê serbest bê berdan."