'Ên aştî û demokrasiyê dixwazin dê qezenc bikin' 2018-02-07 15:57:47 ÊLIH - Delegasyona Bajêr a KCD’a Êlihê, bertek nîşanî girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û binçavkirina Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan da û wiha got: “Bêguman gelên aştî û demokrasiyê dixwazin dê qezenç bikin.” Delegasyona Bajêr a Kongreye Civaka Demokratîk (KCD) a Êlihê, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê civîna çapemeniyê li dar xist û girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven şermezar kir. Hevserokê HDP’a Bajêr Nîzamettîn Tuguç û Berîvan Helen Işık, rêberên DBP’ê, Meclîsan Dayîkên Aştiyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn.   Berdevkê Delegayona KCD’ê yê Êlihê Derya Aslan di civînê de axivî û wiha got: “Guven ji ber ku bertekên xweyên li dijî êrîşên li ser Efrînê bi raya giştî re parve kirin hat girtin. Ji ber ku Guven ji şer re got na, hat girtin û sûcdar hat dîtin. Em girtina Guven şermezar dikin. Bê guman gelên aştî û demokrasiyê dixwazin dê qezenç bikin.”   Aslan, di dawiya axaftina xwe binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan jî şermezar kir û wiha got: “Em bang dikin ku demildest hemû siyasetmedarên girtî  û binçavkirî bên berdan.”  Piştî axaftina Aslan, civîn bi dawî bû.