KCD'ê berxwedana xwerêveberiyên cewherî bi bîr anî 2018-02-07 15:26:19   AMED - KCD'ê bal kişand ser salvegera berxwedana xwerêveberiyên cewherî ya li Cizîrê û di şexsê Mehmet Tunç û AsiyeYuksel de hemû kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta 2'yemîn salvegera xwerêveberiyên cewherî yên li bajarên Kurdistanê û qedexeya derketina derve û di şexsê hevserokên Meclisa Gel ên Cizîrê Mehmet Tunç û Asiye Yuksel de, hemû berxwedêr û kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. KCD'ê bi daxuyaniya nivîskî diyar kir ku hevkariya AKP-MHP'ê ya nîjadperestî li ser dijminahiya kurdan ava kirine, ji her hêlê ve bi awayekî dijwar êrîşî gelê kurd dike û ev êrîş berdewam dikin. KCD'ê aşkera kir ku berî 2 salan gelê kurd xwest xwe bi xwe bi rêve bibe, lê ev daxwaza wan a herî rewa û demokratîk bi êrîşên mezin re rû bir û ma û wiha got: "Piştî berxwedanên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Hezex û hwd. gelek bajar û navçeyên kurdan hatin hilweşandin, wêrankirin. Zarok û jin jî di nav de bi sedan kes hatin qetilkirin. Bi van komkujiyan re xwestin daxwazên gelê kurd ên demokratîk, neteweyî têk bibin û têkoşîna gelê kurd qels bikin. Di jêrzemînên Cizîrê de nêzî 300 kurdên sivîl dei bin êrîşên hovane hiştin û ew şewitandin. Îro 2’yemîn salvegera komkujiya Cizîrê ye. Di 2’yemîn salvegera komkujiyê de em di şexsê Mehmet Tunç, Asya Yuksel û hemû berxwedêrên xwerêveberiya cewherî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em diyar dikin ku ew têkoşîna wan a lehengî û berxwedana wan dê di jiyana me de bibe çavkaniya girêdan û biryardariya me ya têkoşînê."