TTB: Em ê her dem alîgirê aştiyê bin 2018-02-07 14:59:45 ENQERE – Endamên Konseya Navendî yên TTB’ê yên bi şertên kontral hatin berdan diyar kirin ku ew ê li dijî şer helwesta xwe ya alîgiriya aştiyê dewam dikin.  Endamên Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) li dijî êrîşên ser Efrînê daxuyaniya “Şer pirsgirêka Civakî ye” dabûn û Erdogan ew kiribûn hedef. 11 endamên Konseya Navendî yên TTB’ê di 30’ê çile de hatibûn binçavkirin û 3 bijîşk di 2’ê sibatê û de û 8 bijîşk jî di 5’ê sibatê de bi şertê kontrol hatin berdan. 11 Endamên Konseyê têkildarî binçavkirinê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Ji bilî Hande Arpat a hatibû binçavkirin hemû bijîşkên hatibûn binçavkirin beşdarî civînê bûn.  Serokê Konseya Navendî yê TTB’ê Raşît Tukel daxuyanî da û malovaniya hemû kesên destek dane wan kir.  Tukel got: “TTB ne xwedî ast û şêwaza her roja ku diçe bibe alîgirê refbûn û polemîkan. Dê nebe alîgirê van tiştan jî. Dê TTB bersiv nede mezinkirina bûyeran, reşkirin û hedef nîşandanê û devavêtinên tunekirinê.”    ‘KAR Û BARÊN LI DIJÎ HIQÎQ BIKARANÎN’    Tukel diyar kir ku bi awayekî dij hiqûq hatine binçavkirin û got: “Çawa der barê me de lêpirsîn ku hat destpêkirin me agahî da parêzerên xwe û ketin tevgerê. Parêzerên me bi dozgeriyê re hevdîtin kirin û me diyar kir ku kengê bixwazin em ji bo îfade dayînê amade ne. Lê li gel vê ragihandina me ya ji bo dozger jî rojek şûn ve em hatin binçvkirin û îfadeyên me di roja 7’emîn de hatin girtin. Feyda van pêkanîna li kî bû? Li dijî me eziyetkirin û kar û barên dij hiqûq bikaranîn.”    Tukel anî ziman ku bi pêvajoya binçavkirinê re endamên TTB’ê yên ku ji bo feydeya cemaweriyê kar dikin xebatên wan bi awayek fîlî hatine astengkirin.    ‘ME PEYWÎRA XWE PÊK ANÎ’    Tukel der barê doza ku dê Wezareta Tenduristiyê bijîşkên hatine binçavkirin ji peywîrê hilde jî wiha got: “Di dîroka TTB’ê de ev bû doza 3’yemîn a ku der barê TTB’ê de vedikin. Em dixwazin bibîr bixin ku di her du dozên ewil de TTB’ê nirxên hekîmiyê parastiye û tespîta ku peywîra xwe kiriye hat kirin. Dê ev doz jî bi heman rengî bi encam bibe. Çunkî me peywîra xwe kir.”    ‘TTB XWEDÎ KEVNEŞOPIYA LI DIJÎ GOTINA EWIL LEŞKER Û PIŞT RE HÛN HEKÎM IN A EVREN DERKETIYE YE’    Tukel destnîşan kir ku ew carek din dibêjin ku li pişt daxuyaniya xwe ya di 24’ê çile de parve kirin û wiha axivî: “TTB, endamê sazûmankarê Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê ye. Serokê ewil ê TTB’ê Dr. Tevfîk Saglam di serdema 1957 û 1958’an de serokatiya Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê kiriye. Kognreya 11’emîn a Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê di cotmeha 1957’an de li Stenbolê hatiye lidarixistin û di vê civînê de belgeya bi navê ‘Di şertên şer de helwesta bijîşkan’ hatiye qebûlkirin. TTB xwedî kevneşopiya redkirina gotina ‘Ewil hûn leşker in û pişt re bijîşk in’ a Kenan Evren piştî 12’ê Îlona 1980 di merasîma kutakirina xwendekarên GATA’yê de kiribû ye. Bijîşk cudayiyê naxin navbera ziman, ol, nijad, zayend, mezhep, temen û rewşa civakîbûnê. Ewil jî bijîşk e û pişt re jî bijîşk e. Hin gotinên di rojên dawî de li nav raya giştî tên bikar anîn mirovahiyê li paş hiştiye. Bijîşk tu demê ne alîgirê van gotinin û vê ferasetê red dike.”    ‘EM LI DIJÎ ŞER IN Û EM Ê AŞTIYÊ BIPARÊZ IN’    Tukel li dij derketina wan a şer wiha rave kir: “Şerên di roja me de ne ji bo muharebeya qadê tê kirin. Bi kurtasî şer li bajar, li wargehên zarok û jin lê dimînin û mirovên sivîl lê dijîn tê kirin. Mirovên sivîl tên kuştin, nexweşînê zêde dike, qadên çandiniyê tune dike, birçîbûn û xela li pêş dikeve û mirovan ji warên wan koçber dike. Pergala tenduristiyê tê rûxandin. Kes nikare xwe bigîhîne xizmeta tenduristiyê.   Metna me hemû civakê digire hundirê xwe û bi nêzîkatiyek wiha nêz dibe. Metna me nirxên bijîşkiya gerdûnî dihebîne. Başiyê dixwaze. Ji bilî tenduristiyê tiştek di naverokê de nîne.    Ji bo TTB’ê tiştek nehatiye guhertin. Ji roja ava bûye heta niha li dijî şeran derketiye. Her dem aştiyê xwestiye. Em wek TTB’ê mafê tenduristiya gel, parastina nirxên bijîşkiyê pêk tîne. Ji roja ewil ve çawa diparêze îro jî heman tiştan diparêz e. Çawa ji berê ve me aştiyê parastiye û em ê ji niha şûn ve jî aştiyê biparêz in û alîgirtiya aştiyê dewam biki.”    Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.