Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna danişînê kirin 2018-02-07 14:07:43 STENBOL -  Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, beriya 4’emîn danişîna Doza Pirsûsê ya dê sibe li navçeya Cirnê Reş a Rihayê bê dîtin, bang li raya giştî kirin.  Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, li civîna çapemeniyê li dar xistin û banga telîbûna 4’emîn danişîna Doza Pirsûsê ku dê sibe li navçeya Cirnê Reş a Rihayê bê ditin, kirin. Civîn li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê pêk hat. Şahid û birîndarên Pirsûsê, endam û rêvebirin Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Sosyalîstên Bindest (ESFP) beşdarî civînê bûn. Pankarta “Ji bo Pirsûsê edalet û ji bo hemû kesê edalet” bi salona civînê ve hat kirin.     'DADGEH MALBAT Û BIRÎNDARAN SÛCDAR NÎŞAN DIDE’   Bavê Vatan Budak ê yek ji 33 kesên ji komkujiya  Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dayîn Murat Budak, li ser navê malbatan axivî. Budak, diyar kir ku ji bo ew bêjin edalet dê cara 4’an herin Cirnê Reş û wiha  goty: “Dî danişînên berê de dadgehê bi pirsîn ji malbat û birîndaran pirsîn, xwestin wan sûcdar nîşan bidin. Şendeya dadgehê hewl dide me sûcdar nîşan bide û sûcdar jî biparêze. Bersûcan nayînin dadgehê. Ji bo ku em ji wan pirsîn xwe nekin.  Em dixwazin hemû kesên berpirsên vê komkujiyê derbikevin pêşberî dozger û bên darizandin. Em ê dest ji xeyalên 33 zarokên xwe bernedin. Ji bo komkujî û êşên nû neyên jiyîn, emê heya dawiyê bêjin ‘ji bo Pirsûsê edalet ji bo hemû kesê edalet.’”   Budak, bang li raya giştî kir û wiha got: “Em dixwazin gelê me xwedî Doza Pirsûsê derbikevin. Em bang li hemû kesê dikin ku di 8’ê Sibatê de, li Cirnê Reş ê Rihayê kom bibin û deng bidin dengê me yê edaletê.”   'EMÊ DAXWAZA EDALETÊ BIKIN'     Hevberdevka HDK’a Stenbolê Gulçun Aykul jî, anî ziman ku heye faîlên Komkujiya Pirsûsê bên darizandin û hesap bê dayîn dê têkoşîna xwe ya edatê bidomînin.   'HEWL DIDIN TÊKOŞÎNA ME TÊK BIBIN'   Endama MYK’a ESP’ê Şahîn Tumuklu jî, axivî û wiha got: “Li vî welatî kedkar û bindest tim rastî êrîşên dîktatorên faşîst tên. Bi girtin, îşkence, gef û komkujiyan dixwazin têkoşîna me vale derbixin û têk bibin. Em ê li dijî van hemûyan ligel gelê kurd, têkoşîna azadiya jinê bin û vîna rûmetê ji xwe re esas bigirin.”