Dadger biryara girtina hîndekarê kursa quranê da 2018-02-07 13:40:07 AMED - Dadger der barê hîndekarê Kursa Quranê Farûk Işik ê li navçeya Pasûrê ji ber şewata kursê bû sedema kuştina 6 zarokan biryara girtinê da.  Di 1'ê Kanûna 2015'an de li gundê Benînê yê navçeya Pasûra Amedê di Kûrsa Quranê de şewat derketibû û 6 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn, 6 jî birîndar bûbûn. Doza der barê şewata li kûrsê de hat vekirin, rûniştina duyemîn hat dîtin. Danişîna dozê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bersûc tev li danişênê nebûn, lê parêzer beşdar bûn. Doz bi xwendina dosyayê dest pê kir. Hat diyar kirin ku nivîs ji navnîşana Hîndekarê Kursa Quranê Farûk Işik re hatiye şandin, lê ji ber ne li cihê xwe ye nivîs dîsa paşve hatiye. Dozger xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Bersûcê yekemîn Faruk Işik tev li dozê nebû. Parêzerê Faruk Işik Prz. Alper Gultekîn, diyar kir ku muwekle wî Faruk li heman navnîşanê dimîne, lê ji ber sersaxiyek li Stenbolê muwekilê wî wê rojê ne li cihe xwe bû. Prz. xwest ji nûve nivîs bê şandin û di rûniştinek din de dê wî li salonê amade bikin. Heyeta dadgehê jî biryar da ku piştî îfadeya Bersûc Işik hat stendin, der barê bûyerê de rapora pêzan bê girtin. Doz taloqî meha gulanê kir.