Bertekên li dijî binçavkirina Arslan: Dixwazin tevliheviyê derxin 2018-02-07 12:05:59 AMED - HDP, KCD û DBP’ê bertek nîşanî binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan dan û wiha gotin: “Dixwazin derdorek kaotîk ava bikin." Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (DHP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan civîna çapemeniyek hevpar pêk anîn.  Civîn li Avahiya  Rixistina HDP’a Amedê hat lidarxistin, Hevarokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlamentere HDP’ê, rêveberên DBP û HDP’ê û gelek welatî beşdarî civînê bû.n   ‘LI DIJÎ HEWLDANÊN AŞTÎYÊ POLÎTÎKAYEK BIZANEBÛN E’   Di civînê de Rêvebera Hevserokê Giştî yê DBP’ê Hacer Ozdemîr axivî û  wiha got: “Konferansa me ya Giştî ya Rêveberên Herêmî ev du rojin berdewam dike. Piştî tayîn kirina qeyûman cara yekemîn ku em konferansek wiha pêk tînin. Di pêvajoyeke xebatên me bi biryardariyek mezin didome de, binçavkirina hevserokê me yê giştî ne tesadufe. Ev domandina polîtîkayan qeyûmane. Bi tayîn kirina qeyûman gelek hevşaredarên me hatin girtin. Hevserokên me yên giştî hatin girtin. Ev li dijî hewldana aştiyê polîtîkayeke bi zanebûne. Pêvajoya lî Efrînê hat destpêkirin jî, parçeyek vê polîtîkayê ye. Êdî pergala mîlîtarîzm û baviksalariyê gehiştiye asta herî jor.”   ‘HEWL DIDIN DERDORÊN KAOTÎK AVA BIKIN’   Ozdemîr, derbarê êrîşên li ser Efrînê de jî axivî û wiha domand: “Dixwazin pergala li Rojava ava bûyî derbe bikin. Dixwazin hemû kesên ji devên wan aştî derdikeve, bêdeng bikin. Her roj em bi operasyona dest rojê dikin. Ev ne pêvajoyek nûye, lê dixwazin cardin  pêvajoyên kaotîk avabikin. Em van polîtîkayan şermezar dikin.”     ‘DÊ GEL DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDE’   Piştî Ozdemîr, parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca axivî û diyar kir ku dema binçavkirina Mehmet Arslan ne tesadufe. Uca, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Hewl didin rêyên siyaseta demokratîk bixitimîn in. Ev polîtîkayên siyaset bi gelê kurd nedana kirine. Hewl didin xebatên DBP’ê têk bibin. Di van rojên dîrokî de konferansa rêveberên herêmê yên DBP’ê pêk dihat. Hevserokê wê yê giştî binçav kirin. Bi vî awayî dixwazin DBP’ê ji siyasetê dûr bixin. Lê yek ji DBP’ê digirin, li şûna wê bi dehan kes cih digirin. Dê ev gel tu darî dest ji têkoşînê bernede.”   ‘BER BI HIŞMENDIYEK FAŞÎZANE VE DIÇIN’   Uca, bal kişand ser binçavkirinên serê sibê yên li Stenbolê jî û wiha bi dawî kir: “Îro  li Stenbolê 31 kes hatin binçavkirin. Wekîltiya Ferhat Encu betal kirin. Leyla Guven girtin. Ji bo dengên civakê yên li dijî dagirkeriya Efrînê bêdeng bikin vê yekê dikin. Îro Mehmet Arslan, dibe ku sibe hîn zêdetir mirovan bigirin. Lê tu carî dê nekarin DBP’ê ji têkoşîna wê dûr bixin. Dewlet ber bi hişmendiyek faşîzan ve diçe. Dê gelê me tu carî li dijî vê yekê bêdeng nemîne.”   Piştî civînê, Konferans  Rêveberên Herêmê ya DBP’ê ji çapemeniyê re girtî dest pê kir.