Kartal: Heke em paşve gav bavêjin rojnamegeriya me bi binê erdê keve 2018-02-07 11:47:58 ÎZMÎR – Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Îzê Umît Kartal piştî hat binçavkirin serbest hat berdan û ev tişt got: "Heke ji gotina ji şer re na em tenê gavekî jî paşve bavêjin, bila rojnamegeriya me bi binê erdê keve." Rojnameya Îz ya li Îzmîrê weşanê dike, ji ber ku li dijî şer û binçavkirina endamên Konseya Navendî ya TTB'ê de nûçe çêkirin, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Îzê Umît Kartal, di 3'yê Sibatê de hat binçavkirin. Kartal dawiya hefteyê di bin çavan de derbas kir, di 5'ê Sibatê de berbest berdan. Kartal ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, aşkera kir ku ewê heta dawiyê aştiyê biparêzin û ev tişt got: "Heke em ji gotina ji şer re na tenê gavekî jî paşve bavêjin bila ev rojnamegerî di binê erdê keve."   ‘HEKE NÛÇEYEKÎ EV QAS ACIZ KIRIBE..’   Kartal anî ziman ku ew li Îzmîrê rojnamegeriyeke herêmî ne û 2 sal e rojeva bajêr dişopînin, zextên li dijî wan jî dide nîşan ku Tirkiye di rojên tarî re derbas dibe. Kartal aşkera kir ku der barê wan de tenê yek lêpirsîn hatiye destpêkirin, ew jî nûçeya wan a binçavkirina endamên TTB'ê rexne dike û ev tişt anî ziman: "Destpêkê bi ser avahiya rojnameyê de girtin û piştre ez birim malê û li malê lêgerîn pêk anîn. Tenê nûçeyeke ku em çêdikin jî rayedarên dewletê aciz dike. Em rojnamegeriyê dikin. Ji ber wê hemû pirsên ku ji me kirin, ketin valahiyê. Ya rast pirsên derveyê aqilan ji me kirin. Tişta ku em kêfxweş kirin, berdana endamên TTB'ê ye. Hêj li welat binçavkirin dewam dikin. Ev jî wê dide nîşan, nûçeyeke rojnameyeke herêmî jî wan aciz dike, hêrsa wan tîne. Hêzên demokrasiyê, kesên aştî û biratiyê dixwazin û demokratên li welat, ji her alî ve li dijî niheqiyê dengê xwe bilind kirin. Encama herî baş a me ji vê derxist, careke din hevgirtinek derket holê."   ‘EMÊ HETA DAWIYÊ AŞTIYÊ BIPARÊZIN’   Kartal destnîşan kir ku ewê ji gotina "Ji şer re na" tu carî paşve gav nevêjin, netirsin û heta dawiyê sekna xwe ya bi biryar bidin nîşan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heke em tenê gavekî jî paşve bavêjin bila rojnamegeriya me bi binê erdê keve. Em li ser heman xetê ne. Emê heta dwiyê aştiyê biparêzin."