Dest bi qeydên dersên kurdî kirin 2018-02-07 11:13:09 STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurdî, dê di 19’ê Sibatê de dest bi dersên kurdî yên serdema biharê bikin.  Kesên dixwazin beşdarî dersên zaravayên kurdî bibin, herî dawî divê di 16’ê sibatê de serlêdan bikin.  Komeleya Lêkolînên Kurdî ku di Adara 2017’an de hat avakirin, dê di 19’ê Sibatê de dest bi dersên kurdî yên serdema biharê bike. Di çarçoveya bernameya vê serdemê de, dê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî ders bên dayîn. Di serdema biharê de, dê bi kurmancî astên 1,2,3,4 û bi zaravayê kirmanckî jî astên 1 û 2 ders bên dayîn. Dersên dinava hefteyê de, dê 4 saetan û dersên di dawiya hefteyê de jî 3 saet bên dayîn.    Kesên ku dixwazin xwe qeyd bikin herî dawî divê di 16’ê Sibatê biçin Unkapanê û serledan bikin. Ev kesane dixwazin li ser înternetê jî serledana qeydan bikin.   Kesên ku dixwazin di înternetê de serlêdan bikin, dikarîn xwe bigihîn vê adrese; “   https://docs.google.com/forms/d/1UdesyibL0N0-3HVSJzQoLW4r1SmbaqP3fnJCBzMxo8M/viewform?edit_requested=true